ENCAMNAMEYA CIVÎNA MECLÎSA HDP’Ê:
EM Ê TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN, DIVÊ DERDORÊN DEMOKRATÎK DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Meclîsa Partî ya HDP’ê li ser doza girtinê di 28 û 29’ê adarê de bi awayekî awarte kom bû.
Tevî doza girtinê, zextên faşîzma AKP-MHP’ê, pîrozbahiyên Newrozê, tecrîdkirina Rêber Apo û mijarên rojevê nirxandin.
Meclîsa Partiyê encamnameya civînê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir.
Di erncamnameyê de ev tesbît cih digirin:
Gel bi beşdariya xurt a Newrozê xwedî li partî û îradeya xwe derket. Bersiveke xurt da doza girtinê.
Bi mîlyonan beşdarên Newrozê daxwaza xwe ya ji bo demokrasî û azadî û edaletê û dawîkirina tecrîda li dijî birêz Ocalan anî ziman.
Gelê Kurd û hêzên demokrasî yên Tirkiyê biryardariya xwe bi zelalî nîşanî hem desthilatdarî hem muxalefetê da.
Doza girtina partiya me dozeke siyasî ye û encama siyaseta dijminahiya Kurdan û qeyûmtiya desthilatiyê ye.
Ev ne tenê dozeke li dijî HDP’ê, êrişeke li dijî têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê ye jî.
Doz herwiha êrişeke li dijî edalet, wekhevî, komara demokratîk û jiyana azad a hevpar e.
Encamname bi vê peyamê bi dawî dibe:
Wê HDP bi biryardariya mezin di riya xwe de bimeşe. Divê hemû hêz û mûxalefeta demokratîk li dijî êrişan helwesteke zelal nîşan bidin. Raya giştî ya demokratîk a cîhanê jî bi hestiyar tevbigere û nerazîbûna xwe zêde bike.