DADGEHA DESTÛRÊ SERLÊDANA GERGERLÎOGLU RED KIR
GERGERLÎOGLU: EM MAFDAR IN, EM Ê LI BER XWE BIDIN Û EM Ê BISERKEVIN
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê îro biryara xwe ya ji bo rewşa wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu eşkere kir.
Dadgehê bi hinceta “selahiyeta xwe tine” serlêdan red kir.
Wekîlê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku li Navenda HDP’ê di nobeda edaletê de ye, bi civîne çapemeniyê peyama domandina berxwedanê da.
Gergerlîoglu diyar kir ku li dijî pergala heramiyan û zaliman, berxwedanê deng vedaye û got:
Dibe ku ji bo me biryarên neheq bên dayîn, lê em ê berxwedana xwe ya mafdar bidomînin.
Gergerlîoglu destnîşan kir ku ji ber ku wî doza kurdî parastiye ev zilm lê tê kirin û wiha dewam kir:
Ew çiqaz zilmê jî bikin em ê li ser rastiya xwe bimînin.
Wî herî dawî bang li civakê jî kir û got:
Werin em bi hev re mafê mirovan biparêzin. Ev pir binirx e. Vê şansê ji dest bernedin.
Em bi hemû hevalên xwe yên wekîl re vê dibêjin. Ev partî ji bo vê yekê kedeke mezin dide. Em ê li ber xwe bidin û em ê teqez qezenc bikin.