“EM HDP’Ê DIPARÊZIN”
WÊ LI AMEDÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN MÎTÎNG WERE LIDARXISTIN
Endam ê rêveberên HDP’ê ya Amedê ji bo mîtînga “Em HDP’ê diparêzin” li avahiya HDP’a Yenîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê.
Mîtîng wê di 22’yê çileyê de li Qada Îstasyonê were li dar xistin.
Hevserokê HDP’ê Zeyat Ceylan, bi bîr xist ku êrişên desthilatê yên ser HDP’ê yên demên dawî de gihiştine asta herî jor. Zeyat Ceylan destnîşan kir ku wê bi mîtîngê bersivê bidin êrişan.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bang li gel kir ku bi tevlîbûna mîtîngê xwedî li vîna xwe derkevin.