EGÎD ROJHILAT
FERMANDARÊ JI CIVAKA KELHÛRÎ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ
1980’yî li Îlamê ji dayîk bû.
Li gundekî weke her dera Kurdistanê bi cotkarî û keda xwe radibû, mezin bû.
Ji malbateke welatparêz a li herêmê bû.
Hê di ciwantiya xwe de ket pey lêgerînekê.
Li ser vê yekê 2002’yan ji Qendîlê beşdarî nava refên PKK’ê bû.
Hem bi Kelhûrî an go Kirmaşanî dizanî, hem jî xwe fêrî Soranî û Kurmancî kiribû.
Perwerdeya ku ji şehîd Çîçek Kiçî girtî bandoreke mezin li ser kir.
Di daxuyaniya HPG’ê de wiha behsa şehîd Egî Rojhilat hat kirin.
Li gelek qadan xebatên stratejîk kirin.
Ew qadroyekî serketî û jêbawer ê PKK’ê bû.
Di dema êrişên faşîzma DAIŞ’ê de berê xwe da Kerkûkê û li wir bi roleke girîng rabû.
Hem bi hevrêyên xwe re Kerkûk ji çeteyan paqij kir û hem jî ket dilê xelkê Kerkûkê.
Herî dawî di Fermandariya Eyaleta Metînayê de wezîfe girt ser milên xwe.
Di avakirina bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de bû xwedî ked û hewldaneke mezin.
Heta kêliya ku şehîd bû, bi xwebexşî meşiya.
Ew bû semboleke neteweyî ya civaka me ya Kelhûr.
Ew fermandarekî mînak ê Apoyî bû.