PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
KARAYILAN: EM Ê ŞOPDARÊ DOZA ŞEHÎDAN BIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan mêvanê Radyoya Dengê Welat bû.
Karayilan pêşî bi rasthatina salvegera wê ya 17’an li ser Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an axivî.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ji ber ku dewleta Tirk li ser xeta tinekirinê û tasfiyekirinê israr kir wan pêngava 1’ê Hezîranê kir rojevê.
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
KARAYILAN: EW PÊNGAVA DUYEMÎN A 15’Ê TEBAXÊ YE
Ev jî di Civata Giştî ya Kongra Gel de bû biryarek.
Mûrat Karayilan da zanîn, ku armanca pêngavê pûçkirina komploya navneteweyî û biserxistina doza Kurd bû.
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ
KARAYILAN: KURDISTAN MÊTÎNGEHEKE NAVDEWLETAN E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd du asteng destnîşan kirin.
Ya yekemîn înkara Kurdistanê ya navneteweyî.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku ji ber van her du astengan pêvajoya çareseriyê neçû serî.
ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
KARAYILAN: LI DIJÎ ME TERORÊ DIKIN Û ME DIXIN LÎSTEYA TERORÊ EV NEHEQIYEKE MEZIN E
Li ser şerê gerîla yê li dijî dagirkeriya Tirk ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî Mûrat Karayilan axivî.
Û destnîşan kir, ku ew bi awayekî xwezayî ji bo rizgarî û azadiyê ew li ber xwe didin.
BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
KARAYILAN: RÊBAZA NÛ YA GERÎLA DEWLETA TIRK ŞAŞ Û MAT KIRIYE
Mûrat Karayilan da zanîn, ku dewleta Tirk dixwaze gav bi gav Başûrê Kurdistanê dagir bike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li dijî vê yekê bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku dewleta Tirk encamên vî şerî ji raya xwe ya giştî û cîhanê vedişêr e.
Karayilan ev rêbaza nû ya gerîla di dîroka şer de weke gaveke nû bi nav kir.