Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Edhem Barzanî hişyariya wêrankirina axa Kurdistanê ser destê dewleta Tirk da

 

EDHEM BARZANÎ HIŞYARIYA WÊRANKIRINÊ DA
JI BER ÊRIŞÊN DAWÎ YÊN TIRKIYÊ BI DEHAN GUNDÊN BEHDÎNANÊ HATIN VALAKIRIN

Ji roja pêşî ya êrişên dagirkeriya Tirk, hem rayedarên KCK’ê û hem jî fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel hişyar da ku armanca sereke a Tirkiyê, talankirin û wêrankirina axa Başûrê Kurdistanê ye..

Li gel van hişyariyan jî, rêveberiya PDK’ê xwe li bêdengiyê danî û li gorî daxwazên Enqerê tevgeriya..

Bi gotina, Tirkiyê tenê şerê PKK’ê dike û ti pirsgirêka wê li gel Kurdan tine ye, PDK’ê hem hewlda da êrişên artêşa Tirk rewa nîşan bide û hem jî xwest PKK’ê weke yekane berpirsiyarê rewşê bi civakê bide qebûlkirin..

Lê ji ber ku ev siyaset neçû serî, bi demê re hin rayedarên PDK’ê bixwe jî neçar man ku niyeta rast a dewleta Tirk eşkere bikin..

Eger mirov tenê li encama êrişên 23’ê Nîsanê destpêkirî temaşe bike, diyar dibe ku ev tevgera dagirkeriya çawa rê li ber wêran û takankirina axa Başûrê Kurdistanê vedike..

Ji destpêka êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşîn, heta niha herî kêm 47 gund hatina valakirin..

Li gel valakirina gundan, mal û milkê welatiyên herêmê têne talankirin,

Debara wan a jiyanê, bi sedan sewal hatin kuştin..

Û herî dawî jî bi birîna hezarên daran, xewaza û dewlemendiya herêma Behdîananê hatin wêrankirin..

Hê ji rojên destpêkê yên van êrişan, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan eşkere kir ku artêşa Tirk bi hezaran çeteyên biyanî anîne çiyayên Kurdistanê..

Parlamenterê PDK’ê Rêving Hirurî bi daxuyaniyekê hişyariya Murat Karayilan piştrast kir.

Hirurî anî ziman ku Dewleta Tirk şîrketên taybet têne herêma Behdînanê û bi rêya van şîrketan çete û cerdevanên Tirkiyê daristanan talan dikin..

Li ser heman mijarê çavkaniyên ji herêmê jî ragihandin ku dewleta Tirk derdora 2 hezar çeteyên biyanî li Baregeha Bamernî û herêmên Rûbarok û Şemzînanê bicih kirine.

Beşek ji van çeteyan li herêma Zaxo û Berwarî dest bi talankirin û wêrankirina xwezayê kirin.

Cerdevan û çete darên gundiyan dibirin û paşê ji bo firotinê dişînin Tirkiyê.

Li gorî hin derdoran, ev kar bi destûra hukûmeta herêmê tê kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv