PÊNGAVA ‘WERIN CENGA AZADIYÊ’
ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ JI ALIYÊ ASAYÎŞA PDK’Ê VE HAT ASTENGKIRIN
Li dijî êriş dagirkeriya dewleta Tirk xelkê Başûrê Kurdistanê di nava tevgerê de ne.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê beriya bi çend rojan pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ dabû destpêkirin.
Di çarçoveya vê pêngavê de îro bi pêşengiya ciwanan ji navçeya Koyê ber bi herêma Behdînan meşa mertalên zindî dan dest pê kir.
Ji derveyî ciwanna geleke kes beşdarî meşê bûn û berê xwe dan herêmê.
Welatiyên beşdarî meşê bûn ev peyam dan dagirkeran.
PÊNGAVA ‘WERIN CENGA AZADIYÊ’
HETA EM DAGIRKERAN JI AXA XWE DERNEXIN RANAWESTIN
Lê meş li nêzî nuqteya kontrolê ya asayîşa PDK’ê ya Dêgelê hat astengkirin
Tevî hewldanan hemûyan jî destûr nehat dayîn..
Li ser vê astengiyê ciwanan daxuyaniya çapemeniyê dan.
Berdevkê Ciwanên Welatparêz Agir Kurdistan dazanîn ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Û heya dagirkerî hebe, wê mil bidin milê gerîla bi dagirkeran ji axa xwe derxin.