Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘PDK li ser sûc hat girtin: Êrişa li Xelîfanê rastiya PDK’ê danî holê’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
PDK LI SER SÛC HAT GIRTIN: ÊRIŞA LI XELÎFANÊ RASTIYA PDK’Ê DANÎ HOLÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxandin.

Kalkan destnîşan kir ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê gerîla xistin kemînê û qetil kirin.

Li Xelîfanê komek hevalên me ketin kemîna nemerdane ya PDK’ê.

Ev tê çi wateyê. PDK li ser sûc hat zeft kirin.

Niha dibêjin rêveberiya Herêmê kiriye, divê ji rêveberiyê were pirsîn filan.

Tiştekî wisa tine. PDK dizane çi kiriye û wê hisab jî bide.

Ji ber vê dixwaze sûcên xwe sivik bike.

Ew gerîlayên ku ji bo li dijî dagirkeriyê şer bikin, diçûn, çi zirarê wan li PDK’ê bûye?

PDK radibe wan qetil dike.

Dagirkeriya tirk çi yê PDK’ê ye ku PDK ji bo parastina wî radibe gerîla qetil dike?

Ya ku êriş kirî PDK ye, rêveberiya Partiya me nav bi nav ew eşkere jî kirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
DI FAMKIRINA BERXWEDANA GERÎLA DE KÊMASÎ HENE: DAGIRKER BI HEMÛ HÊZA XWE ÊRIŞ DIKIN

Duran Kalkan bi berfirehî behsa berxwqedana gerîlayên azadiya Kurdistanê kir û xwest li hemû beşên Kurdistanê gel xwedî li gerîla derkeve.

Di heqê bêdengiya li dijî bikarîna çekên kîmyewî jî Duran Kalkan destnîşan kir ku lazim e wateya vê berxwedanê baş were fêmkirin:

14’ê Tîrmehê li Zindana Amedê berxwedaneke çawa bi pêş ket, îro jî heman ruh li ber xwe dide.

Li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Heftanînê li ser heman xetê berxwedan bi pêş dikeve.

Gerîla li wê derê 24 saetan di bin ewqas êrişan de li ber xwe didin.

Dagirkeriya tirk bi hemû hêza xwe êriş dike.

Çeteyên ku ji çar aliyê cîhanê kom kiriye li vir şer dike.

Hemû derfetên teknîkî jî bi ser de bi kar tîne.

Çekên kîmyewî bi kar tîne.

Encam çi ye? Bi ser neket. Nekarî gerîla têk bibe.

Faşîzma AKP-MHP’ê dirûxe.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
QIRKIRIN SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ JÎ HEMAN SÛC E

Duran Kalkan destnîşan kir ku berxwedana gerîla hemû hisabên dagirkeriya tirk pûç kirine:

Dagirker ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigrin sûcên şer dikin.

Fermandariya Biryargeha Nabendî ya Parastina gel belgeyên sûcên şer ên dewleta tirk jî eşkere kirin.

Li vê derê sûcê şer û mirovahiyê tê kirin.

Li dijî gelê kurd û gerîlayên wî çekên qedexe bi kar tîne.

Sûcê herî giran ê mirovahiyê pêk tîne.

Divê di serî de gelê kurd hemû hêzên dostên gelê kurd jî dengê xwe bilind bikin.

Li her derî rabin ser piyan li dora vê berxwedanê bibin yek.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv