Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Destûrnameya şer bi dengên AKP, MHP û IYÎ Partî ji bo 2 salan hat dirêjkirin

 

DESTÛRNAMEYA ŞER LI MECLISA TIRKIYÊ DERBAS BÛ
BI DENGÊN AKP, MHP Û ÎYÎ PARTÎ DESTÛRNAMEYA ŞER JI BO 2 SALAN HAT DIRÊJKIRIN

Serokkomarê Tirk ê AKP’yî Erdogan, destûrnamye rêkir meclisê.

Bi vê destûrnameya Erdogan û Artêşa wî ya dagirker, dixwaze hilweşîna desthilatdariya xwe ya talan û diziyê, bi şerê li dijî Kurdan berdewam bike.

Ji bo li derveyê sînorê Tirkiyê tevgerên dagirkeriyê pêk bîne jî, xwest ji bo du salan destûrnameyê ji meclîsê werbigire.

HDP, TÎP, EMEP, TKP, SYKP, Partiya Keskan û Çep, sazî û rêxistinên sivîl ên mixalîf, ji berê de li dijî destûrnameyê yekser helwesta xwe diyar kirin.

Û ji destûrnameyê re gotin “na”.

Partiya Gel A Komarê CHP jî ji destpêkê ve helwest nîşan da û berî dengdanê jî eşekere kir ku ew ê destûrnameyê red bike.

Berî dengdanê li Meclîsa Tirkiyê, têkildarî destûrnameyê nîqaş hatin kirin.

Parlamenterên HDP’ê li Desteya Giştî ya Meclîsê diwîzên “Destûrname şer e”, “Şer jinan dikuje”, “Destûrname xizanî ye” û “Destûrname mafyayê xwedî dike” hildan.

Piştî destûrname hat xwendin jî partiyên li meclîsê nirxandin kirin.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, berî dengdanê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û got;

“Em destûrnameya wî şexsê ku ewladê gel diavêje agir a ne cidî qebûl nakin. Em ê ji destûrnameyê re bibêjin “na”.

Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî di meclîsê de ragihand ku ew ê destûrnameyê red bikin.

Pişt re jî Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, li ser navê partiya xwe axivî û got;

“Ne alîgirê pirsgirêkan, bibin alîgirê çareseriyê. Sûriye ya gelan e. Em ê ji destûrnameyê re bibêjin “na”.

Piştî nirxandinan destûrname ket ber dengdanê.

Di dengdana ku hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî beşdar bû de, 56 parlamenterên HDP’ê dengê na bikar anîn.

MHP ya ku şirîkê hikûmetê ye û ÎYÎ Partî piştgirî dan destûrnameyê.

Partiya deva jî bêlayen ma.

Di encama dengdanê de destûrname ji 30’yê Cotmeha 2021’an heya 30’yê Cotmeha 2023’yan hat dirêjkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv