Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: Ingilîstan, Fransa û DYA’yê biryara meşandina pergala qirker a dewleta tirk da

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
INGILISTAN, FRANSA Û DYA’YÊ BIRYARA PERGALA QIRKER A TC’Ê DA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di Bernama Taybet a televîzyona Medya Haberê de;

Bi berfirehî polîtîkayên qirrkirina kurdan û şerê taybet ê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî nirxandin.

Duran Kalkan destnîşan kir ku Îngilistan û Fransayê biryara meşandina pergala qirrker a dewleta Tirk dane û ev xwe di Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê de xwe dide der:

Îngilistan û Fransayê biryara meşandina vê pergala qirkirinê dan.

Amerîkayê jî ev biryar erê kir.

Jixwe Amerîkayê Pergala Îşkence û Tecrîdê ya Îmraliyê danî.

Îmrali vê yekê nîşanî me dide ka çawa kurdên azadiyê dixwazin dibin hedefên qirkirinê.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
ME FAŞÎZM ANÎ BER HILWEŞÎNÊ LÊ HÊZÊN EWRÛPÎ ÊRIŞAN DIKIN

Duran Kalkan destnîşan kur ku gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi têkoşîn û şerê xwe faşîzm anIye ber hilweşînê û tam jî di vî wextî de ewrûpî bi êrişan dixwazin pêşî li hilweşîna wê bigre:

Em li dijî faşîzmê têdikoşin, wê tengav dikin.

Faşîzma AKP-MHP’ê qels û lawaz dibe.

Li hundir û derve bi têkoşîna siyasî, civakî, propagandayê em li dijî faşîzmê têkoşiyan.

Bi şer û têkoşînê hat ber hilweşînê.

Ewrûpiyan bazdan hatin ku faşîzmê ji hilweşînê xelas bikin.

Îcar bi ser de behsa demokrasiyê dikin.

Demokrasî çi ye? Ma demokrasî têkiliyên qirêjî yên li ser berjewendiyan e?

Duran Kalkan got, lê belê wê ti kes nikaribe pêşî li hilweşîna faşîzmê bigre.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
ŞERÊ TAYBET Ê LI SER KURDAN TÊ MEŞANDIN JI BO QIRKIRINA KURDAN E

Duran Kalkan bal kişand ser şerê taybet ê li dijî gelê kurd jî û wiha dewam kir:

Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd şerekî taybet dimeşîne.

Armanca xwe jî qirkirina gelê kurd hemûyî ye.

Dixwazin îradeya gelê kurd ji binî ve tine bikin.

Ji ber wê jî divê kurd neyarên xwe baş nas bikin.

Heta li dijî neyar tênekoşe, şer neke nikare jiyana xwe jî bidomîne.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
“DEWLETA TIRK NARKOTÎKÊ BELAV DIKE; EV DEWLET DIJMIN E”

Duran Kalkan bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî şerê taybet û got:

Divê kurd hemû zanibin ew bi êriş û şerekî çawa re rû bi rû ne.

Hin kes weke ku li benda xelasker û rizgarkeran bin.

Naxêr, xelasker û rizgarker tu bi xwe yî.

Li benda kesî nemînin.

Li dijî hemû cure hîle, dek û dolabên şerê taybet xwe serwext bikin.

Bi vê serwextiyê têkoşîn û şerê xwe yê li dijî faşîzmê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv