Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê tecrîda li Îmraliyê ‘li gorî hiqûqê’ dît

 

DADGEHA DESTÛRÊ YA TIRK NEYARTIYA LI KURDAN ERÊ KIR
DADGEHÊ LI PERGALA ÎŞKENCE Û TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ XWEDÎ DERKET

Dewleta tirk ku neyara kurdan e, Pergala Îmraliyê bi dijwarî didomîne.

Di nav çerx û saziyên dewletê de dema mijar dibe Rêber Apo û gelê kurd hemû bi îşkencekariya xwe kişf dibin.

Bala xwe bidinê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, ew şerê li dijî gelê kurd koordîne dike, û bibêje çi; daraz li gorî daxwaza wê, biryarê dide.

Li Îmraliya ku ti hukmên hiqûq û qanûnê lê tine ye Dadgeha Destûrê ya tirk jî rabû bi biryara xwe, li pergala îşkenceyê ya Îmraliyê xwedî derket.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di kanûna 2020’an de ji bo muwekîlê xwe Omer Hayrî Konar ku li Îmraliyê dimîne serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê dan.

Xwestin biryara dîsplînê ya li ser muwekîlê wan bê rakirin.

Destpêkê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û piştre jî Dadgeha Cezaya Giran a Bûrsayê daxwaza parêzeran wê demê red kir.

Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî di cotmehê de bi heman armancê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan.

Di serlêdanê de xwestin malbatên girtiyan karibin biçin serdana wan.

Ev serlêdan jî hat redkirin.

Parêzeran, ji ber ku biryarên li dijî muwekîlê wan Konar, Aktaş û Yildirim li dijî hiqûqê ne serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Dadgeha Destûrê di 13’ê nîsanê de serlêdana parêzeran nirxandiye û ji bo her sê serlênan jî biryara “nayên qebûlkirin” da.

Dadgehê îdia kir ku di biryarê de tu neheqî tine ye.

Bi biryara navborî Dadgeha Destûrê jî careke din îspat kir ku ew jî amûra domandina Pergala Îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv