Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Thomas Jeffrey Miley: ‘Ji bo misogerkirina aştiya li herêmê de rolekî girîng ê Ocalan heye’

 

ENDAMÊ DESTEYA KAMPANYA AZADÎ JI OCALAN RE DR. THOMAS JEFFREY MILEY:
JI BO MISOGERKIRINA AŞTIYA LI HERÊMÊ DE ROLEKÎ PIR GIRÎNG Ê OCALAN HEYE

Endamê Desteya Kampanya Azadî ji Ocalan re Dr. Thomas Jeffrey Miley, ji Medya Haberê re axivî.

Teqez kir ku dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Apo, ji çareseriya demokratîk dûr ketiye.

Ger mijar misogerkirina aşitiya li herêmê be, bê guman ev jî tenê bi azadiya Ocalan pêkane.

Dr. Thomas Jeffrey Mîley, bi van gotinan bal kişan ser misogerkirina aştiya li Tirkiyê;

Di misogerkirina aştiya li herêmê de rolekî pir girîng ê Ocalan heye. Ev yek ji taybetmendiyên ku wî di vî warî de dişibîne Nelson Mandela ye. Ocalan her dem dengê aştiyê bû û eger li herêmê pirsa vegerandina aşitiyê hebe, ev tenê bi azadiya Ocalan pêkane.

Dr. Miley diyar kir ku azadiya Ocalan ji bo çareseriya aştiyê, demokrasî û doza Kurd a li herêmê esas e.

Ocalan kesayetek sereke ye û ji ber vê sedemê, azadiya Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li herêmê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka ku ev 40 sal in dewam dike, gelekî girîng e.

Endamê Desteya Kampanya Azadî Ji Ocalan re Dr. Thomas Jeffrey Miley, dîlgirtina rêber Apo wekî astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê destnîşan kir û got, “Kesê ku wê karibe aramî û aştiyê bîne herêmê Ocalan e.”

Birêz Ocalan, bi rastî şervanekî azadiyê ye, nûnertiyek berbiçav a jiyaneke nû ye, sembola demokrasî û azadiyê ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û welatên NATO’yê bi kûrkirina şerê li dijî Kurdan û tecrîdkirina Ocalan ji aştiyê direvin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv