Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Belçîkayê li dijî tîma sûîqestê ya MÎT’ê doz vekir

 

DOZA MÎT’A TIRK
BELÇÎKAYÊ LI DIJÎ TÎMA SÛÎQESTÊ YA MÎT’Ê DOZ VEKIR

Têkildarî hewldana sûîqestê ya li dijî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, lêpirsîna li Belçîkayê bi rê ve diçû temam bû û doz hate vekirin.

Ev biryar ji bo Ewrûpayê jî dibe doza yekemîn a di vê mijarê de.

Li gorî çavkaniyên nêzî dosyayê, di lêpirsînê de delîlên gelekî girîng hatin bidestxistin.

Tê gotin ku bi taybetî pêwendiya yekser bi Enqerê re heye.

Navenda tîma kuştinê li Fransayê ye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tevna sîxur û kujeran a Enqerê, li Parîsê ye.

Haya rayedarên Fransayê jî ji vê yekê heye.

Agahiyên ku rayedarên edlî yên Belçîkayê ji Fransayê xwestin, heta astekê hatin dayin.

Qeyda telefonê, wêne û belgeyên gumanbaran, têkiliya navbera wan raxist pêş çavan û nîşan da ku pêwendiya wan yekser bi AKP û Erdogan re heye.

Di lêpirsînê de navê gelek kesan derket pêş.

Yê sereke jî Zekeriya Çelîkbîlek û Yakûp Koç e.

Çelîkbîlek ku leşkerekî berê ye, li herêma Parîsê dimîne.

Yakûp Koç jî li gelek welatên Ewropayê maye.

Haci Akkulak ku sîxûr e, agahiya sûîqestê dabû rayedaran.

Karsazekî Tirk ê bi navê Necatî Demîrogûllari yê li bajarê Gentê dimîne jî bi alîkariya lojîstîk a ji bo vê tevna kuştinê tê sûcbarkirin.

Demîrogûllari di heman demê de zavayê Yakûp Koç e.

Di lêpirsînê de navê gelek kesan û têkiliya wan a bi rayedarên Tirk re hatin tespîtkirin.

ANF’ê di nûçeya xwe ya 25’ê Adara 2021’ê de wêneyên Zekeriya Çelîkbîlek weşandibû ku li hewşa qesra Beştepe ya Erdogan û li Sefaretxaneya Tirk a li Parîsê hatibûn kişandin.

Li ser wêneyekî din jî Çelîkbîlek û Sefîrê Bilind ê Tirkiyê yê li Fransayê yê berê Îsmaîl Hakki Mûsa bi hev re ne.

Di lêpirsîna Belçîkayê de navê Mûsa weke ‘koordînatorê’ tevna li Belçîkayê deşîfre bû, tê derbaskirin.

Îsmaîl Hakki Mûsa rayedarê asta duyemîn ê MÎT’ê bû û piştî ku gumanên têkildarî wî zêde bûn, 14’ê Adarê ragihand ku wezîfeya wî ya li sefaretxaneyê temam bû û vegeriya Tirkiyê.

Mûsa di çileyê 2013’an de dema li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hatin qetilkirin, payebilindê asta duyem a herî bilind a MÎT’ê bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv