Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Divê gelê Kurd bi dijmin nexape’

 

Şoreş Masîro ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de ya beriya şehîd bikeve bang li gelê Kurd kiribû ku têkildarî sîxuran hay ji xwe hebe û bi dijmin nexape.

Li Kurdistanê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin. Di bombardûmana dewleta dagirker de 9’ê Tebaxa 2021’ê ku li herêma Bestayê li qadên Girê Tenûrê, Gêsin û Mergûmarê kiribû, gerîla Şoreş Masîro (Îbrahîm Kaya) şehîd bû.

Şoreş Masîro beriya ku şehîd bikeve di hevpeyvînekê de wiha gotibû, “Sala 2018’an li Kato Jîrka tevlî nava tevgerê bûm. Nêzî sal û nîvekê min li wir kar kir. Piştre derbasî Bestayê bûm. Nêzî salekê jî li Bestayê kar dikim. Di nava têkoşîna me de herêma Botanê xwedî cihekî taybet e. Şer li Botanê dest pê kir û heta niha hîn jî dewam dike.

Şert û mercên xwezaya Botanê tê naskirin. Hin deverên wê zozan e, hin jî daristan e. Ji ber vê yekê mirovên ji Botanê tevlî refên tevgerê dibin di demeke kurt de dikarin hînî jiyana gerîla bibin. Ez jî zû hînî vê jiyanê bûm. Ji xwe heval gelekî bûn alîkar. PKK ji xwe tevgereke welê ye ku potansiyela hêzê ya mirovan eşkere dike.”

DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ SÎXURAN HAY JI XWE HEBE

Şehîd Şoreş Masîro di hevpeyvînê de li ser êrişên dewleta Tirk wiha gotibû, “Dijmin êrişên xwe bi taybetî meha Nîsanê giran kir. Gerîla jî bi xurtî bersivê dide operasyonên dagirkeriyê. Dijmin di meha Nîsanê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişê kir. Hevrêyên me derbên giran li dijmin dixin. Dijminê ku nikare li hemberî berxwedanê bi gavekê bi pêş ve biçe, di meha xwe de şerê psîkolojîk dimeşîne.

Dixwazim bang li ciwanên Kurdistanê bikim. Di kar û çalakiyan de serketî bin. Em wan dişopînin. Çalakiyên xurt ên Însiyatîfa Zarokên Agir tên lidarxistin. Dema ku hevalên me yên ciwan di çalakiyan de serketî dibin em gelekî kêfxweş dibin. Bêguman ev çalakî dikarin hîn bêhtir bêne xurtkirin. Bi taybetî divê civaka me li dijî kesên ku sîxuriyê dikin çalakiyên bi bandor bike. Herî zêde divê li dijî van sîxuran çalakiyan bikin. Gelê me li dijî van sîxuran divê hay ji xwe hebe. Divê bi dijmin nexape.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv