Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Zekî Bedran: ‘Wê berxwedana gel ya birêxistinkirî êrişkaran rawestîne’

 

WÊ BERXWEDANA GEL YA BIRÊXISTINKIRÎ ÊRIŞKARAN RAWESTÎNE
ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ

Dewleta tirk ragihandibû ku wê dest bi êrişa dagîrkeriyeke nû bike. Û diyar kiribûn ku amadekariya êrişê temam bûye. Em dizanin ku ji bo êrişê li benda zemanê guncaw in, û ji bo wê dixebitin ku bingehê jê re amade bikin.

Her ku ev gefxwarin ketin rojevê, me jî her tim got; eger piştgiriya dewletên weke Amerîka û Rûsya nebe dewleta tirk bi serê xwe nikare vê bike. Lewra tiştên heta niha bûyîn bi têra xwe vê nîşan didin. Eger Erdoganê faşîst bi Rûsya re li hev nekiribûya û qada hewayî nedabûya vekirin, wê nikaribûya Efrînê dagîr bike. Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî ye.
(…)

Tiştên niha jî dibin heman tişt e. Ji bo êrişê çeteyên ku ji Ereban, Asyaya Navîn û deverên din kom kirîne bi kar tînin. Herêmên dagîrkirî jî bi destê van çeteyan tên girtin. Bêguman dema ev hêz bûn çete û ji bo Tirkan bûn hespê Truva, nasnameya xwe ya siyasî û îdiayên xwe winda kirin. Ji bo wê ti îtîbara wan nema. Li herêmên dagîrkirî bûn weke makîneyên sûc.
(…)

Dewleta tirk li Qamişlo Yûsiv Gulo û du neviyên wî bi fûzeyan kuştin. Heman sûc li Eyn Îsa û Kobanê jî kirin. Qada hewayî ya Til Temir û Qamişlo di destê Amerîka de û ya Kobanê û derdora wê jî di destê Rûsyayê de ye. Ev qadên hewayî yên di destê van dewletan de tên bikaranîn û komkujî tên kirin. Amerîka û Rûsya daxuyaniyeke şermezarkirinê jî nedan. Tê fêmkirin ku çavê xwe ji dewleta tirk re girtine, yan jî li hev kirine.
(…)

Dewleta tirkî çima dest bi êrişa dagîrkeriyeke nû nekir, yan jî li paş dixe? Bi qasî ku tê fêmkirin piştgiriya lazim ji Amerîka û Rûsyayê
wernegirtiye. Lê bazar dewam dike. Bi taybetî her tim dibêje ez ê rêveberiyên xweser ji holê rakim.
(…)

Berxwdana Kurdan û gerîla û xweamadekirina Rojava ji bo şer, Erdoganê faşîst gêj kir. Kûrbûna krîza aborî û qenaeta li derve, ku wê Erdogan ji desthilatiyê bikeve, Erdogan xistine tengasiyeke mezin.
(…)

Yên Erdogan û Bahçelî nas dikin dibêjin; dibe ku dînîtiyekê bikin. Li Tirkiyê krîzeke kûr û piralî heye. Erdogan niha lavayê ji welatên erebî dike. Ji bo başkirina têkiliyan û bidestxistina çend milyar dolarî gav bi şûn ve avêt. Pereyên reş, bazirganiya tiryakê û rezîltiyên wî tev eşkere bûn.
(…)

Ya ku pêşiya van xerabiyên wan bigire, planên wan yên tarî xerab bike hêza gel e. Ku gel bikeve tevgerê ti kes xwe li pêşiyê nagire. Erdogan û Bahçelî dikarin xwînê birijînin û zererê bidin gel. Heta niha ev pir kirin. Lê hatine dawiya rê. Ji bo wê, helwesta gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û xwe amadekirina wan ji bo şer wê hilweşîna faşîzmê bileztir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv