Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Şemzînanê hate weşandin

 

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya gerîlayên YJA Starê weşand, ku 15’ê Îlona 2021’ê li bejahiya Şemzînanê hatibû lidarxistin û di encamê de 6 dagirkerên dewleta Tirk hatibûn cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;
15’ê Îlonê saet di 08:40’î de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû, bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji qadê bir.

Ev çalakiya serketî ya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin, ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat, ku li Girê Sor di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdxistin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv