Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Agirê Newrozê li Metînayê hate dadan

 

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Metînayê Newroza 2022’an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin. Gerîlayan gotin, bi hatina Newrozê re ew xwe ji bo pêngavên nû amade dikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, Newroza 2022’an bi coşeke mezin pîroz kirin.

Gerîlayan serê sibehê dest bi pîrozbahiyê kirin, agirê Newrozê dadan, li dora êgir govend gerandin û dirûşm qîriyan.

Di pîrozbahiyê de ku di binê baranê de hate kirin, her wiha axaftin ji gerîla re hate kirin. Di axaftinan de hate gotin, “Berxwedana ku Kawayê Hesinkar li dijî zaliman nîşan da, îro di nava rastiya PKK’ê de roj bi roj bêhtir eşkere dibe. Berxwedana hevrê Mazlûm Dogan a li dijî dagirkeran îro jî dewam dike. Li dijî zilma dijmin a li ser gelê Kurd, gerîla bi her awayî li ber xwe didin. Bi Newrozê re hatina biharê ji bo gerîla ji bo pêngav û serketinên nû gelekî girîng e. Bi wesîleya Newrozê divê em xwe ji pêngavên nû re amade bikin. Em Newrozê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurdistanê pîroz dikin.”

Gerîla di dema pîrozbahiyê de ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku wê Newroza 2022’an bi pêngava ‘Dem dema azadiyê’ bi ser bixînin. Gerîlayan destnîşan kirin ku di sala 2021’ê de berxwedan û lehengiyên gelekî mezin de ne û ragihandin ku Tevgera Azadiyê wê ti carî têk neçe, ji ber ku berxwedana şehîd Mazlûm Dogan ji xwe re dikin esas.

Gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê Newroza 2022’an pîroz kirin, diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê berxwedana xwe dewam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv