Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di salvegera 10. a çalakiya ‘Nobeda Ji Ocalan Rê Azadî’ meşek hat lidarxistin

 

10 SALIYA ÇALAKIYA “NOBEDA JI OCALAN RE AZADΔ
DI SALVEGERA DESTPÊKIRINA ÇALAKIYÊ DE MEŞEK HAT LIDARXISTIN

25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Fransa Strasborgê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çalakiya nobedê hatibû destpêkirin.

Vê çalakiya li pêşiya Konseya Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPT’yê 9 sal li pey xwe hiştin.

Di salvegera destpêkirina vê çalakiyê de KCDK-Ewrûpayê meşek li darxist.

Tevî nûnerên sazî û rêxistinên Kurd ên li Ewrûpayê, gelek Kurd beşdarî meşê bûn.

Kurdan di meşê de rêzeposterên Rêber Apo yên dirêj ji du milan ve rakirin.

Di meşê de her wiha berxwedana dîrokî ya gerîla li çiyayên Başûr û Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.

Kurd heta ber cihê çalakiya Nobeda Ji Ocalan re azadî meşiyan.

Û li vir daxuyaniyek hat dayîn.

Pêşî Hevserokê KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç axivî.

10 SALIYA ÇALAKIYA “NOBEDA JI OCALAN RE AZADΔ
REMZÎ KARTAL: BERPIRSIYARA KOMKUJÎ Û TECRÎDÊ KONSEYA EWRÛPA YE

Paşê Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal axivî.

Hevserokê Kongra-Gel balkişand ser hevkariya dewletên Ewrûpa ya bi dewleta Tirk re.

Remzî Kartal li vê derê axivî wiha xîtabî Konseya Ewrûpayê kir û got, ev sed sale konsepta qirkirnê li dijî gelê Kurd û Kurdistanê heye.

Herî dawî jî Hevserokê Kongra-Gel ev bang kir:

Piştî axaftinan nûnerên sazî û rêxistinên Kurd çalakiya nobedê ya heftiya 471ê û heftiya pêşî ya sala 10’an dewr girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv