Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Metîna û Avaşînê 4 dagirker hatin cezakirin

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: LI BAGOKÊ DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di çalakiyên gerîlayan de ji Bakur heta Başûr 5 dagirker hatin cezakirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

26’ê Hezîranê li herêma Bagokê ya bi ser Eyaleta Mêrdînê ve gerîlayan li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Gerîlayan bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên li qerekola Xirabê Alê kirin hedef.

Di çalakiyê de eskerek hat cezakirin.

CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê…

25’ê Hezîranê serê sibê, artêşa Tirk xwest bi teqemenî û bombeyên gazê bikeve çeperên şer ên li Girê Sor.

Gerîlayan li dijî wan çalakî kirin.

Dagirkerên derb xwarin, ji neçarî qedemeyekê vekişiyan.

Heman rojê piştî nîvro dagirkeran xwestin bikevin çeperên şer û gerîlayan rê neda wan.

26’ê Hezîranê serê sibê, eskerên Tirk ên xwestin bikevin çeperên şer ên li Girê Sor, bûn hedefa çalakiyeke sabotajê.

Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin û yek ji birîndar bû.

Bi pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li Metîna…

25’ê Hezîranê danê êvarî, gerîlayan li Girê Azad dagirker kirin hedef.

Di çalakiya sekvanî de dagirkerek hat cezakirin.

Gerîlayan her wiha 2 kamerayên mobese jî li vir îmha kirin.

Hêzên YJA-Starê jî 25’ê Hezîranê li qada Milîtan konekî ku dagirker tê de kirin hedef.

Li vê derê her wiha çepera çeka A-4 jî bû hedefa gerîlayên jin.

Di çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand, ku artêşa dagirer 25’ê Hezîranê Girê Şehîd Çiya, gundên Hirorê, Kêste, Deşîşe û qada Koordîne yên Metîna, ji qereqolên li ser sînor û helîkopterên êrişê bombe kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv