Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di mehekî de di êrişên dewleta Tirk herî kêm 11 sivîl hatin qetil kirin û 20 kes jî birîndar bûn

 

DI MEHEKÊ DE ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAKÛR-ROJILATÊ SÛRÎ
HERÎ KÊM 11 SIVÎL HATIN QETIL KIRIN Û 20 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirine.

Bi van êrişan dewleta dagirker armanca dike ku gelê herêmê bitirsîne û bide koçber kirin.

Dewleta tirk bi dagirkirina Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê hewil dide xwe li herêmê bicîh bike.

Ji van herêmên dagirkirî rojana herêmê sivîl topbaran dike.

Di meha Tebaxê de artêşa dagirker a girk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin.

Di 4’ê Tebaxê hêzên dagirker bi tankan li gundê Sefawiyê yê dikeve rojhilatê Eyn Îsayê dan.

Di encama vê êrişê de ji heman malbatê 4 sivîl hatin qetilkirin.

Di topbarana roja 17’ê Tebaxê ya li ser Til Temir û Zirganê de jinek û zarokek hatin kuştin.

19’ê Tebaxê jî bi balafireke bê mirov û bi çek li ser riya Elî Fero erebeyek kir hedef.

Di heman rojê de balafiran artêşa dagirker li navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dan.

Di encamê êrişê de endama konseya Leşkerî ya YPJ’ê û endama konseya Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Peywan Remedan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El-Xerze û Seyfullah Ehmed şehîd bûn.

Di encama bombebaranê de ji fermandarên YPG’ê Selahedîn Şehabî bi nasnav Rênas Roj şehîd bû.

21`ê Tebaxê dewleta Tirk bi balafireke bêmirov erebeya sivîlekî li başûrê bajarê Kobanê hedef girt.

22`yê Tebaxê li pêşiya Mala Birîndaran a li bajarê Qamişlo erebeyek bû hedefa êrişên arteşa dagirker.

Di encama vê êrişê de du rêveberên Mala Birîndaran birîndar bûn.

Ji destpêka vê mehê ve, ji ber êrişên li navçeyên Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, rêya Elî Fero ya Qamişlo û Minbicê rû dan, 11 kes şehîd bûn û zêdetirî 20 sivîl birîndar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv