DAIŞ’Ê ÊRIŞÊN XWE LI SÛRÎ ZÊDE KIRIN
LI SER RÊYA REQA Û SELEMIYÊ 6 LEŞKERÊN SÛRÎ HATIN KUŞTIN
Çeteyên DAIŞ’ê demên dawî êrişên xwe li dijî hêzên artêşa Sûrî zêde kirin..
Rêxistina Çavdêriya Mafêr Mirovan ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku çeteyan êrişî karwanê rêjîmê kirine û ev agahî parve kirin:
Êriş li ser rêya di navbera Reqa û Selemiyê de pêk hat.
Di encamê de 6 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn..
Çeteyên DAIŞ’ê hefteya derbasbûyî jî li ser rêya di navbera Humûs û Dêrazorê de li karwanê artêşa Sûrî dan..
Di êrişê de bi dehan eskerên rêjîmê hatin kuştin..