RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎNÊ
DI 3 SALAN DE LI EFRÎNÊ 400 HEZAR KESÊN BIYANÎ HATINE BICIHKIRIN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18’ê Adara 2018’an ve, bajarê Efrînê dagirkiriye.
Ji roja hatiye dagirkirina jî, bi hoviti û talana çeteyên dewleta Tirk re rû bi rû ye.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ku di nava sê salan de kiriye bi raporekê ragihand.
Li gorî raporê;
Piştî koçkirina zêdetirî 300 hezar şêniyên Efrînê yên resen, artêşa tirk a dagirker 400 hezar kesên biyanî li gund û navçeyên Efrînê bicihkirin.
Artêşa tirk a dagirker dest bi guhertina demografî, guhertina navênd, gund û qadên sereke yên li bajêr kir.
Di çarçoveya guhartina demografiyê de, dewleta Tirk şêniyên Efrênê, neçarî xwendina zimanê tirkî kir.
Di nava sê salan de, 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin û çarenûsa piraniya wan ne diyar e.
604 sivîl hatine kuştin, ji wan 498 sivîl di ancama topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, 82 kes jî bi êşkenceyê hatine kuştin.
303 ji wan zarok 696 sivîl birîndar bûne.
Di heman demê de 70 jin hatin kuştin.
5 jin xwekuştine û 68 jin jî bi destdirêjiyê re rû bi rû mane.
Serî de darên zeytûnê, zêdetirî 314 hezar û 400 dar hatine birîn.
Zêdetirî 11 hezar darên zeytûnê û 11 hêktar ji erdên çandinyê hatin şewtandin.
Li herêma zêdetirî 75 girên dîrokî hene û hemû hatine kolandin.
Zêdetirî 50 deverên dîrokî û depo, 15 cihên olî hatin wêrankirin, gelek goristan hatin rûxandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê bang li rêxistinên navnetewî, hiqûqî û mirovî kirin ku erka xwe ya exlaqî û mirovahî bi cih bînin.