ÊRIŞKARIYA DEWLETA TIRK
DI ENCAMA TOPBARANÊ DE DU CIWAN BIRÎNDAR BÛN
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Artêşa Tirk a dagirker gundê Derdara yê Til Temirê cihê sivîl kiriye hedef.
Di encama topbarana dijwar a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ciwanê bi navê Xidir Îbrahîm El-Faris ê 30 salî û jina bi navê Emîne Xidir El-Faris a 21 salî birîndar bûn.
Ciwanên birîndar bûne ji aliyê şêniyên herêmê ve rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.
Li gor agahiyên ji herêmê tên, dagirkeran gundên devera Zirganê topbaran kirin.
Di topbaranê de li gundên Til El-Werd, Niwêhan, Xirbet Şiîr, Rebîat, El-Ebûş, Xidirawî û Bab El-Xêr cihê sivîlan zerar dît.
Ji aliyêdin Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşlerî ya Mimbicê radigihînin ku dewleta tirk a digirker gundê Yalinlî yê bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.