Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk Pêncwên û Şarbajêr bombe kir: ‘Divê hukûmeta herêmê êdî helwestê nîşan bide’

 

DEWLETA TIRK BOMBE BARANDIN SER PÊNCWÊN Û ŞARBAJÊR
GUNDÊN HERDU NAVÇEYAN HATIN BOMBEKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker serê sibê bi balafirên şer nava navçeya Silêmanî Pêncwên û gundên wê bombe kirin.

Di dîmenan de xuya dike, ku bomberdiman li dijî xelkê herêmê tê kirin.

Li gundê Şêxil ê Şarbajêr jî dagirkeriya Tirk xaniyê welatiyekî bombe kir.

Dîmenên li ser ekranên we jî ji encama êrişê ne.

Gundiyê bi navê Baqî Hesen têkildarî êrişê ev agahî dan:

Baxçeyên 3 gundiyan hatin bombekirin.

Zirareke mezin li wan bû.

Li aliyê din demeke dirêj livûtevgera balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk jî li herêmê dewam kir.

DEWLETA TIRK PÊNCWÊN Û ŞARBAJÊR BOMBE KIR
“DIVÊ HUKÛMETA HERÊMÊ ÊDÎ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE”

Devereke din a bûyî hedefa êrişan navçeya Silêmanî Pêncwên bû.

Ji dîmenê li ser ekranê we jî xuya dike, ku devera hatî bombekirin nava zeviyekê xelkê herêmê ye.

Di encama bomberdimanê de qonçaleke mezin vebûye, zirareke zêde li zeviyê bûye.

Xelkê herêmê dibêje, dewleta Tirk ji bo me bitirsîne êriş dike.

Qeymeqamê Pêncwên Zana Ebdulrehman jî bang li hukûmeta herêma Kurdistanê kir, ku li dijî êrişan bibe xwedî helwest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv