Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Di 6’ê Gulana 1996’an de hewldana sûîkasta li dijî Rêber Apo

 

DI 6’Ê GULANA 1996’AN DE HEWALDANA SUÎKASTA LI DIJÎ OCALAN
BI SUÎKASTÊ XWESTIN RÊBER ABDULLAH OCALAN Û PKK’Ê TASFIYE BIKIN

Li paytexta Suriyê Şamê di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi kamyoneke teqemenî barkirî êrîşek pêk hat.

Bi vê êrişê Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKKê hedef hatin girtin.

Teqîna ku di seatên êvarî de pêk hat, bandora xwe li 15 kîlometro dûrî devera bûyerê jî kir..

Êriş hem di roja rizgariya Sûriyê de û hem jî di dîroka darvekirina Denîz Gezmîş de pêk hat..

Rêveberiya Tirk ev roj bi taybetî hilbijartibû.

Armanc bi hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan, tasfiyekirina tevgera azadiya Kurd PKK bû…

Yek ji gerîlayekî PKK’ê Delîl Amed ku wê demê li Şamê bû wiha behsa êrişê dike.

Piştî bûyerê Rêber Abdullah Ocalan jî derbarê êrişê de ev nirxandin kiribû:

“Eger pêşketinên piştî serê sala 1996’an li ber çavan re bên derbaskirin, hin hewldanên veşartî yên Çevik Bir hene û çend caran diçe Îsraîle. Çima ji bo vê yekê têkiliya bi Îsraîlê re gelekî girîng tê dîtin? Stratejiya Tifaqa têkiliyên Îsraîl-Tirkiyê li ser vê bingehê derketin û piştgiriya Emerîkayê girtin. Jixwe Çevik Bîr, piştî rojekê ji bo ev hevkarî bê fêmkirin û ragihandin li wir hin guhertin çêkirin.”

Rêber Abdullah Ocalan, li gel vê êrîşê bal kişandibû ser zêdebûna liv û tevgerên leşkerî yên li Kurdistanê û wiha digot;

“Şeva 6’ê Gulanê operasyon li vir dest pê dike û di 7’ê Gulanê de li Dêrsim, Başûr û tevahiya welat. Rojek beriya tevgera mezin hevdîtinên bi Barzanî re hene. Ev yek jî bi tesadufî pêk nehatiye. Hedef ne tenê PKK bû. Îran û Surî jî hedef hatin girtin. Lê plan li cîhê herî girîng bi ser neket. Dema li cîhê herî stratejîk bi serkeftî nebû, li cîhên din jî nabe. Ev yek jî di warê siyasî û dîplomatîk de têkçûneke mezin a komara Tirkiyê ye.”

Piştî ku ev êriş hate bihîstin jî bandoreke zêde li ser Kurdistaniyên li Ewrupa, Tirkiye û Kurdistanê kir û çalakiyan dest pê kir.

Yek ji van çalakiyan jî ya Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan bû.

Bi vê suîkastê armanca dewleta Tirk ew bû, ku Rêber Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKKê tasfiye bikin.

Lê Tevgera Azadiyê hemû planên dewleta Tirk û hevkarên wê pûç derxistin, di çarçoveya ramanên Rêber Abdullah Ocalan de, li Rojava û Bakurê Suriyê şoreşa gel pêk anî.

Tevgera Azadiya Kurd kir aktora herî sereke li Rojhilata Navîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv