Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Amed Malazgîrt: Heta qewitandina dijmin ji xaka pîroz a Zagrosan em ê têbikoşin

 

AMED MALAZGÎRT BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ GERÎLAYAN KIR
“HEDEFA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA TEVAHIYA KURDISTANÊ YE”

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt bi rêya bêtêlê xîtabî tevahiya hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Fermandarê gerîla bal kişand ser armanca dewleta Tirk a ji êrişan:

PKK’ê weke hincet nîşan dide.

Lê hedefa wê ya bingehîn bi temamî dagirkirina Başûrê Kurdistanê û paşê bi cihbûna li ser xeta Kerkûk û Mûsilê ye.

Dewleta Tirk Kerkûk û Mûsilê weke xaka xwe dibîne û 2016’an biryara vê yekê da.

Armanc talankirina dewlemendiya sererd û binerd a cografya Kurdistanê ye.

Li hemberî dewleta Tirk û vê pîlana wê tenê gerîlayên PKK’ê hene û bi vê yekê baş dizane.

Ji ber vê yekê bi awayekî nemerdane êriş dikin.

Dewleta Tirk teknîka şer û desteka aborî ya ji dewletên NATO’yê digire, li dijî gelê Kurd û gerîla bi kar tîne.

AMED MALAZGÎRT BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ GERÎLAYAN KIR
“GERÎLA BERXWEDANEKE BÊHEMPA Û DÎROKÎ DIKE”

Ji fermandarên gerîla Amed Malazgîrt bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla li dijî vê dewleta dagirker.

Di serî de ciwan, divê tevahiya gelê Kurd li dijî vê zilma dewleta Tirk têbikoşe.

Xwedî li pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê yên li Zap, Avaşîn û Metîna derkeve.

Berxwedana bêhempa ya hêzên me li van herêman 12 roj li pey xwe hiştin.

Ev berxwedaneke bêhempa û dîrokî ye.

Fermandar Amed Malazgîrt têkildarî asta vê berxweedanê jî ev agahî dan:

Weke mînak li Avaşînê ji du eniyan dest bi êrişan kirin.

Xetek jê qada Mamreşo ye, ku bi balafirên şer, balafirên bêmirov xwestin gerîlayên çeperên stratejîk digirin, îmha bikin.

Li Girê Şehîd Munzûr hevalên me 10 rojan bi qehremanî li ber xwedan û nehêlan dijmin bikeve tunelên şer.

Dijminê ev derb xwarî, li dijî tunelên şer gaza kîmyewî bi kar anî û hevalên me şehîd xistin.

Dîsa li Girê Şehîd Serdar ê şi qada Mervanos jî 12 roj in hevalên me bi lehengî li ber xwe didin.

Dixwazin bi balafirên şer û teqemeniyan tunelên şer birûxînin.

Tevî ku gelek caran gaza bi jahr jî bi kar anîn, nekarîn gir bi dest bixin.

Hê jî li ser Girê Şehîd Serdar şer heye.

AMED MALAZGÎRT BI RÊYA BÊTÊLÊ XÎTABÎ GERÎLAYAN KIR
“HETA QEWITANDINA DIJMIN JI XAKA PÎROZ A ZAGROSAN EM Ê TÊBIKOŞIN”

Amed Malazgîrt da zanîn, ku heta niha artêşa dewleta Tirk tevî bikaranîna tevahiya teknîk û çekên kîmyewî, ji ber berxwedana gerîla nikara bipêşkeve.

Weke gerîlayên Apoyî, em ê soza dayî gelê xwe û mirovahiyê heta dawî bi cih bînin.

Li her beşê Kurdistanê û îro li Zagrosan, bi dayîna her berdêlî em ê rê nedin dijmin.

Wê gerîla erka xwe heta dawî bîne cih.

Bila şik û gumana ti kesî ji vê yekê nebe.

Berdêla pêwîst çibe, em ê ji bo xaka Kurdistanê bidin.

Wê dijmin teqez li vê xakê bê têkbirin.

Em soz didin, ku em ê dijmin ji xaka pîroz a Zagrosan biqewitînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv