Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk nekarî îradeya berxwedana Sûrê bişkîne, Sûrê xera dike 04.12.2020

 

BERXWEDANA SÛRÊ
DEWLETÊ NEKARÎ ÎRADEYÊ BIŞKÎNE SÛRÊ XERA DIKE

Navça Sûrê, qada herî kevnar û dîrokî ya Amedê ye.

Dîroka xwe heta beriya 7 hezar salan jî diçe.

UNESCO’yê di 4’ê tîrmeha 2015’an de weke Mîrateya Cîhanê tescîl kir.

Sûr di 2015’an de li berxwedaneke dîrokî jî şahidî kir.

Heta 2’yê kanûna 2015’an dewleta tirk a dagirker 14 caran li vê qedexe îlan kir.

Polêsan dema qedexeyê de di 24’ê tebaxê de Murat Gunduzê 21 salî qetil kir.

Piştî qetilkirina Murat Gunduz ciwanan dest bi berxwedanê kir.

Çeper hatin çêkirin, xendek hatin kolan û bend hatin danîn.

Şêniyê navçê jî tu carî ew çeper vala nehiştin, bi ciwanan re wan jî nobet girt.

Qedexeya yekem a fermî di 6’ê îlonê de ket dewrê.

Piştre di 13’ê îlonê û 10’ê cotmehê de qedexe hatin ragihandin.

Di wê demê de polêsan li taxa Fatîhpaşa li kuçeya Hecî Nurî, welatiyên bi navê Halîl Tuzulerk, jineke ducanî û Hêlîn Şen a 12 salî qetil kirin.

Piştî van cînayetan qedexe li dû hev hatin ragihandin.

Di 6’ê mijdarê de çeteyên dewleta tirk JOH û POH bi çek û cebilxaneyên girand dora taxên Savaş, Dabanoglu û Hasirliyê girtin.

Gelê Amedê li dijî vê doppêçê berê xwe da Sûrê.

Polêsan gule li gel reşandin û di encamê de Ferhat Dogruyê 21 salî qetil kirin.

Polêsan 27’ê Mijdarê pêyên Minara Çarling gulebaran kir.

Baroya Amedê ji bo şermezarkirina bûyerê 28’ê mijdarê li wir daxuyanî da çapemeniyê.

Polêsan li vir Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî qetil kir.

Di 2’yê kanûnê de qedexe dîsa hat ragihandin.

Li gel berxwedana li Sûrê li derveyî Sûrê jî berxwedaneke mezin pêş ket.

Bi sedan kes li Deriyê Çiyê li hev kom bûn û qedexe şermezar kirin.

Polêsan li vir jî êriş kir, bi dehan kes binçavkirin.

Di 3’yê kanûnê de Mizgîn Koçyîgîta ku dixwest bikeve Deriyê Çiyê

û Çekvar Çubukê 17 salî li dora dibistana Suleyman Nazîf hatin qetilkirin.

Polêsan êrişî dîroka Sûrê jî kirin. Himama Paşa, Mizgefta Fatîh Paşa, Dêra Keldaniyan şewitandin.

Li Sûrê di bin wan êrişan de jinan xwesazûmaniya xwe ya xweser bi rêxistin kir.

Jinên berxwedêr li vir bi navê Çeperên Xemrî çeperên nû çêkirin.

Piştre li Sûrê YPS û YPS JIN avabûna xwe ragihand.

Di 14’ê kanûnê de li navça Rezan, Şerdil Cengizê 21 salî û Şiyar Salman ê 18 salî ji aliyê polêsan ve hatin qetilkirin.

Di 31’ê kanûnê de YPS û YPS JIN’ê li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Farqîn, Gever û gelek deverên din avabûna xwe ragihand.

Di 8’ê çileyê de Rozerîn Çukur a 16 salî li texma Dibistana Suleyman Nazîf ji aliyê polêsan ve hat qetilkirin.

Ciwanên Sûrê ku di 5’ê îlonê de dest bi parastina rûmeta xwe kirin

di 28’ê mijdarê de ev berxwedan derket lûtkeyê.

Ev berxwedan bi pêşengiya Fermandar Çiyager Hevî îradeya ji pola a kurdê azad jî nîşanî hemû cîhanê da.

Berxwedanê heta 15’ê adara 2016’an 103 roj dewam kirin.

408 dagirker û çete hatin kuştin. 115 ji wan birîndar bûn.

59 wesayîtên wan hatin rûxandin. 3 dron hatin xistin.

6 sivîl ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin.

64 şervanên YPS û YPS JIN’ê tevli karwanê nemiran bûn.

Sûr bû mekanê ku dîrok li wir careke din hat nivîsandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv