Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Tirkiye, li Somaliyê jî tengav dibe 04.12.2020

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
TIRKIYE, LI SOMALIYÊ JÎ TENGAV DIBE

Amadekariyên Dewleta Tirk li Somalî hene. Ji bo li Somalî bibe xwediyê desthilatiyek mezin, gavên giran avêtiye. Di destpêka meha Mijdarê de, 2.4 Milyon dolar qerdê Somali yê IMF’ê daye. Li navenda Mogadişu, baregehek leşkerî ya ji bo perwerdeyê damezrandiye. Baregeha leşkerî ya derveyî Tirkiyeyê ya herî mezin ev baregeh e. Bi kurtayî xwestiye û dixwaze tola Sûdanê û Libyayê li vira werbigre.

Lê wisa tê xuyakirin, ev miradê wî di qirika wî de dimîne. Ji ber ku li derve bi giştî halê wî têk diçe û bi taybetî jî li vira, ku giringiyek mezin dide ser vira, Misir, Israil û hwd.vê nêçîrê, ji Tirkiyeyê re bêxwedî bernadin. Hema diyar dibe, ji bo bersîva vê baregeha mezin a Tirkiyeyê, Misrê jî, li bajarê Berenice yê li qiraxa Derya Sor, baregehek leşkerî ji ya Tirkiyeyê mezintir ava kiriye. Dibêjin ev baregeha herî mezin a Efriqayê ye.
Tê xuya kirin, Tirkiye ji her çar aliyan ve û bi taybetî ji aliyê hemû deryayan hatiye dorpêçkirin; li Derya Spi, Derya Reş, Derya Ege û herî dawî jî li Derya Sor!

“Dostê” R.Erdogan, bi tinê Qeter ma ye! Lê Qeter jî, diyar dibe ku tiştekî belaş nade wî. Erê berî çend rojan dîsa destbrakê xwe; Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hamed El Sanî vexwendibû cem xwe û bi şowek mezin, gelek peymanên bazirganî îmze kirin. Lê li gorî saloxan, li ser vê bazirganiyê rexneyên giran xwar Erdogan; dibêjin “te nêviyê Tirkiyê, derdora Qenal Stenbolê û heta arteş û hwd.jî firot”!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv