TEVGERÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI BAKUR
DEWLETA TIRK LI ŞIRNEX, LICÊ Û COLEMÊRGÊ DEST BI TEVGERÊN DAGIRKERIYÊ KIR
Dewleta tirk a dagirker bi siyasetên xwe yên dagirkeriyê ve dixwaze kurdan hemûyan qir bike.
Wezîrê şerê taybet ê Tirk Suleyman Soylu di koordîneya şerê qirkirinê de ye, daxuyand ku wan bi tevlikirina bi hezaran eskeran li Şirnex û Colemêrgê dest bi tevgereke nû kirine.
Li gorî daxuyaniya wezîrê şer tevgerên qirkirinê li Şirnexê li Çiyayê Cûdî û li Colemêrgê li qadên çiyayê dest pê kirine.
Di tevgerên navborî de 5 hezar û 632 esker, polîs û cerdevan li qadan digerin.
Li aliyê din li bejahiya navça Dersîm Pulurê jî eskerên dagirker agir berdan qada daristanî.
Eskeran nehîşt ku şêniyên gundan agir vemirînin.
Tevgereke din a dagirkeriyê jî li gundên navçeya Amedê Licê Mizak û Zengesorê dewam dike.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li ser herêmê helîkopter jî digerin.
Hate ragihandin ku ji navça Batman Sasonê gelek cerdevan bi wesayîtên servîsê yên xwendekaran hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, bi 7 mînîbusan di ser Farqînê re cerdevan sewqî herêmê hatine kirin.
Li gorî saloxan dem bi dem ji herêmê dengê çekan tê û esker sewqî herêmê tên kirin.