PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA GIRTIYÊN PKK’Ê Û PAJK’Ê DI ROJA 155’AN DE YE
Girtiyên PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdarê ve di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, ji bo azadiya Rêber Apo dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Berxwedana li zîndanan di 155 roj in dewam dike.
Li gel zext û tehdeyan jî çalakger di armanca xwe bi biryar in.
Daxwaza wan a ji civakê jî xûrtkirina têkoşînê ye.
Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di roja 134’an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakî ji aliyê koma 67’an ve tê rêve birin.
Kurdên li Kampa Lavrîo ya Yûnanistanê jî bi pêşengiya jin û ciwanan bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.
Çalakiya li wir jî di roja 117’an de ye.