HEWLDANÊN TIRKIYÊ YÊN ZÊDEKIRINA ALOZIYÊN LI IRAQÊ
NIHA JÎ HEWL DIDE BALAFIRÊN BÊ MIROV Û ALAVÊN LEŞKERÎ BIFIROŞE
Tirkiye bi firotina çekan, aloziya li Iraqê tevlihev bike û têkiliyên xwe jî xurt bike.
Ji bo vê armancê, wezîrê parastina Iraqê Cûma Înad Seîdûn dawetî fûara çekan a ÎDEF 21 a Stenbolê kiribû.
Wezîrê Iraqî Cuma Înad Seîdûn piştî vegerê ji televîzyona El Şirqiye ya Iraqê re axivî û diyar kir ku wan biryar daye ji Tirkiyê gelek çekan û alavên eskerî bikirin.
Seîdûn anî ziman ku ewê balafirên bêmirov, 12 helîkopterên T129 û 6 sîstemên parastinên yên Koral Mobîl Elektronîk ên Tirk bikirin.
HEWLDANÊN ALMANYAYÊ YÊN GURKIRINA ŞERAN
PLANA FIROTINA ÇEKAN A 22.5 MÎLYAR EUROYÎ ERÊ KIR
Li aliyê din, Almanya jî, ji bo zêdekirina firotina çekan di nava tevgerê de ye.
Li gorî bersiva Wezareta Aborî ya Alman daye pirsa parlementera partiya Çep Sevîm Dagdelen, hukumetê plan kiriye bi berdêla 22 mîlyar û 500 milyon euroyî çekan bifiroşe.
Piraniya van çekan jî, welatên wekî Tirkiye, Macaristan, Katar û Cezayîr dikirin.
Parlementera Alman Sevîm Dagdelen erêkirina zêdekirina firotina çekan, wekî gurkirina şeran nirxand û rexne kir.