Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi rêya leşker û çeteyên xwe qira xwezaya Kurdistanê anî

 

ÊRIŞÊN QIRKIRINA KURDISTANÊ
DEWLETA TIRK BI RÊYA LEŞKER Û ÇETEYÊN XWE QIRA XWEZAYA KURDISTANÊ ANÎ

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê kurd ne tenê ji aliyê siyasî û eskerî ve herwiha ji aliyê civakî û erdnigarî ve siyasteke qirkirinê pêk tîne.

Nûmeneya vê ya herî dawî xwe li heremên Zap, Avaşîn û Metîna da der.

Ji 23’ê Nîsanê ve bi hemû derfetên xwe, ji bikaranîna gazên kîmyewî bigre heta çekên giran û êrişên hewayî, serî li her rê û rêbazê da.

Lê dîsa jî nekarî bigêhêje armanca xwe. Hêzên gerilla bi taktikên nû darbeyên giran li wan dan.

Li heremên ku ketin nava tengasiyê serî li pêkaninên derveyê prensibên şer dan.

Valakirina gundan…

Şewitandin û talankirina daristanan…

Hêzên artêşa tirk ji 23’ê Nisanê ve li başûrê Kurdistanê 47 gund vala kirin.

Şêniyên wan mecbûrê koçberiyê kirin..

Mal û milkê gundiyan talan kirin.

Artêşa Tirk bi rêya şîrketên AKP’ê, darên ku birîn bi kamyonan derbasî Tirkiyê kir.

Di dema vê talanê de, yek ji hêzên desthilatdarê yên Başûrê Kurdistanê PDK li gorî erka xwe tevnegeriya û li hemberî vê hovitiya dewleta tirk bê dengiyê tercîh kir.

Li ser zexta gel, neçar ma bi daxuyaniyeke sosret bibêje ku wan ji bo çêkirina rê bi tirkan re peyman mohr kirine..

Mazereta wan ji qebahatê wan girantir bû.

Sûçên dewleta tirk yên li başûrê Kurdistanê ji aliyê heyeteke çavdêr ve jî hat piştrastkirin.

Rojên 8 û 9’ê Hezîranê heyeteke ji endamên parlamentên Iraqê û Kurdistanê ji bo çavdêriyê çû serdana herêmê.

Ji endamên heyetê Şayan Eskerî şahidî kir ku dewleta Tirk li 60 gundên Başûrê Kurdistanê dar birî ne û gelek qadên daristanî şewitandine.

Îsal ne tenê li Başûr, hêzên dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê jî 84 caran agir bi daristanan xist..

Daristanên herêmên Besta, Gabar û Cûdî ku li navbera Şirnex û Sêrtê ne bi dehan caran hatin şewitandin.

Sewata li bejahiya gundê Pirejmanê ya navçeya Amedê Pîranê jî 13 rojan dewam kir.

Agir belavî gelek gundan bû qada daristanî ya li Çiyayê Gorse bû xwelî.

Li Colemêrg, Bedlîs, Mêrdînê jî j bi hezaran donim qada çandinî û daristanî şewitîn.

Dîsa li çiyayên Amedê, Deriyê Mazî, qada Deriyê Cebraîl ê Çiyayê Cûdî û Bestayê jî bi destê cerdevanan gelek dar hatin birîn.

Dewleta Tirk ne tenê li van herêman li Dersim û Çewligê jî qira xwezayayê anî.

Agirê ku leşkerên Tirk berdan daristanên navçeya Dersimê Xozadê 6 rojan dewam kir.

Herêma Suveran a navçeya Çewligê Dara Hênê jî bi rojan şewitî..

Di encamê de qada ku weke mintiqeya Koyê Spî tê naskirin bi pîranî şewitî..

Di van şewatan de ji bilî dar û nebatan gelek heywanên telef bûn. Bax û baxçeyên gundiyan şewitîn.

Wek Bakur û Başûrê Kurdistanê daristanên Rojhilatê Kurdistanê jî bi destê dagirkeran tên talankirin.

Ev hefteyeke agir bi daristanên gundên Derwêran û Dolebî yên ser bi Merîwanê ketiye û hêjî nehatiye kontrolkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv