Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Metîna û Avaşînê 4 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVA SERFIRAZIYÊ YA EGÎDÊN BOTANÊ
HPG: LI ŞIRNEX Û SÊRTÊ 13 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan eşkere kirin.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan li Bakurê Kurdistanê, bi Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê derbên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

Li gorî daxuyaniyê 3’yê Tîrmehê çalakiya pêşî li herêma Kato Jîrka ya Botanê hatiye lidarxistin.

Gerîlayan dagirkerên li qadên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê kemîn datanîn, xistin kemînê.

Li vê derê gerîlayên YJA-Starê ji 2 milan ve bi çalakiyeke koordînekirî li eskerên Tirk dan.

Di çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin.

HPG’ê ragihand, ku çalakiya din a li Botanê li navçeya Sêrtê Dihê pêk hatiye.

4’ê Tîrmehê wesaîteke zirxî ya bi tîpa jîjo, ku ji qada Garisa diçû qereqola Tiryan a bi navê xwe yê din Okçular, bûye hedefa çalakiya sabotajê ya gerîlayan.

Di çalakiyê de wesaît bi temamî hat îmhakirin û 10 dagirkerên tê de hatin kuştin.

CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI METÎNA Û AVAŞÎNÊ 4 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Çalakiyên gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam kirin.

HPG’ê diyar kir, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê dagirkerên li Girê Zendûra kirine hedef.

Çalakî 7ê Tîrmehê serê sibê hat lidarxistin, 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Her wiha çeperek hat rûxandin û 2 kamerayên mobesse jî hatin îmhakirin.

Bi Pêngava Şorşegerî ya Bazên Zagrosê jî li herêma Avaşînê şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirk hebû.

BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: GERÎLAYAN LI AVAŞÎNÊ DERB LI HELÎKOPTERA ÊRIŞÊ DAN

HPG’ê da zanîn, ku 6’ê Tîrmehê gerîlayan li qada Girê Silêman helîkoptera êrişê ku dixwest qadê bombe bike, hingaftine û derb lê dane.

7’ê Tîrmehê jî hêzên gerîla bi çalakiyeke sekvanî eskerên Tirk ên ji Girê Şehîd Întîkam berê xwe dabûn Girê Şehîd Dijwar kirin hedef.

Di çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

RÊBAZÊN QIRÊJ ÊN DEWLETA TIRK
HPG: LI DIJÎ TUNELÊN ŞER ÊN LI AVAŞÎNÊ GAZA BI JAHR HAT BIKARANÎN

HPG’ê her wiha diyar kir, ku dewleta Tirk li dijî tunelên şer ên Girê Sor û qada Werxelê li Avaşînê, dîsa gazên bi jahr bi kar anîne.

6’ê Tîrmehê gundê Hirorê, Kela Qumriyê, Gundê Deşîşê û qada Koordîne yên Metîna bi helîkopteran hatine bombekirin.

Heman rojê tunelên şer ên li qada Werxelê ya Avaşînê û qada Stûnê bi balafirên şer hatine bombekirin.

7’ê Tîrmehê jî gundê maya yê herêma Metîna bi balafirên şer hat bombekirin.

HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv