ÊRIŞÊN LI DIJÎ EYN ÎSA
HÊZÊN DAGIRKER ÊRIŞÎ GUNDÊN EYN ÎSA Û RÊYA M4 KIRIN
Dewleta tirk a dagirker bi şevê gundên Eyn Îsa û rêya M4 a navnetewî topbaran dikin.
Eskerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên herî dawîn êrişî gundên Hoşan, Xalidiyê, Mielek û Seyda yên Eyn Îsayê kirin.
Dagirkeran ji bo rêya M4 jî bixin kontrola xwe, bi şevê bi dijwarê êrişî noqteyên li ser rêya M4 kirin.
Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk di cih da bersiva êrişan de.
Der barê encamên êrişê de hîna agahiyên zelal nehatine bidestxistin.