Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Berxwedana girtiyên azadiyê di roja 20’an de ye 16.12.2020

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
BERXWEDANA GIRTIYÊN AZADIYÊ DI ROJA 20’AN DE YE

Girtiyên PKK û PAJK’î 27’ê Mijdarê beşdarî Pêngava Dem Dema Azadiyê ye bûn û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya ku koma çaran birêve dibe wê 17’ê Kanûnê ji aliyê koma pêncemîn ve were dewrgirtin.

Girtiyê bi navê Husnu Aşkan ê li zindana Tokat Tîpa F’yê di grevê de ye bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî.

Husnu Aşkan agahî da ku hin hevalên wan bi nexweşiya Korona ketine, û girtî nayên tedawî kirin,

Girtiyên bi navê Musa Sertkal û Fehmî Arslan ên li zindana Kandiraya ya Kocaeliyê jî bi reya malbatên xwe peyam şandin.

Giriyan diyar kirin ew ê jî ji bo azadiya rêberê xwe beşdarî greva birçîbûnê bibin û çi er mikeve ser milên wan wê bkin.

Her wiha bang li gelê Kurd û hêzên Demokrasiyê kirin ku li berxwedana wan xwedî derkevin.

Musa Sertkal û Fehmî Arslan di salên 2012 û 2018’an jî ji bo şikandina tecrîdê beşdarî greva birçîbûnê bûbûn.

Berxwedêrên jin ên li zindana Sîncanê jî bi rêya malbatên xwe peyamek şandin.

Girtiyan bang li her kesî kir ku ji dengê girtiyên azadiyê re bibin dengek û mil bi mil faşîzmê hilweşînin.

Di vê navberê de li raporên komeleya mafê mirovan li zindanan hezar 600 girtiyên nexweş hene.

Yek ji wan jî Abdullah Tûran e ku rewşa wî giran e.

Komîsyona girtîgehan a komeleya mafê Mirovan a Stenbolê li ser rewşa Tûran daxuyaniyek da.

Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî di serî de Abdullah Tûran xwest hemû girtiyên nexweş werin berdan.

Gulseren Yolerî balkişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û banga bi cih-anîna daxwazên wan kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv