DESTEYA ŞAREDARIYAN A HERÊMA EFRÎNÊ
UNICEF KOÇBERÊN EFRÎNÊ JI AVA VEXWARINÊ BÊ PAR DIHÊLE
Nêzî 3 sal û nîv li ser dagirkirin Efrînê û koçberbûna bi deh hezaran ber bi herêmên Şehbayê ve derbas bûn.
Di destpêka koçberiyê de rêxistina UNICEF’ê depoyên ava vexwarinê ji şêniyên Efrîn û herêmên Şehbayê re peyda kirin.
Heta 10’ê Tîrmehê jî rojane 2 hezar û 400 metrekab av ji van depoyan re dihat.
Lê ji 11’ê Tîrmehê pê ve rêxistinê miqdara avê kêm kir û daxist hezar metrekab.
Li ser vê yekê Desteya Şaredariya Gel a herêma Efrînê, bi daxuyaniyekê bang li UNICEF’ê kir ku wijdanî bifikire û biryara xwe paş de bikişîne.