FERMANA 3’Ê TABAXA 2014’AN NÊZ DIBE
DESTEYA RÊVEBER A ŞENGALÊ BERMANE EŞKERE KIR
3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê, piştî dagirkirina Mûsilê êrişî Şengalê kirin.
Bi hezaran Êzidî hatin kuştin, revandin û bi sedhezaran jî koçber bûn.
Ev roj bû roja fermaneke din a li dijî civaka Êzidî û di rûpelên dîrokê de cih girt.
Xelkê Êzidî, bi rasthatina salvegera 7’an fermanê wê gelek çalakî lidar bixe.
Desteya Rêvebr a Şengalê bi civîneke çapemeniyê bernameya xwe eşkere kir.
Li gorî bernameyê;
16’ê Tîrmehê wê li tevahiya Şengalê pankart werin daleqandin.
18’ê Tîrmehê wê korîdora mirovahiyê pêk were.
19’ê Tîrmehê Dayê Erzan, ku di navbera Sinûnê û Komelgeha Digurê de ji aliyê çeteyan ve hatî qetilkirin were bîranîn.
25’ê Tîrmehê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve wê meşek were lidar xistin.
Di 27, 28 û 29’ê Tîrmehê de jî, Navenda Çand û Hunerê wê bi lîstikên şanoyê balê bikişînin ser fermanê.
30’ê Tîrmehê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwanên Êzidî wê meşeke girsehî organîze bikin.
1’ê Tebaxê TAJÊ wê komcivînek lidar bixe.
1 û 2’yê Tebaxê, Saziya Malbatên Şehîdan û PADÊ wê bi awayekî girsehî biçin serdana gorên şehîdan.
3’ê Tebaxê saet di 09.00’an de PADÊ wê li Sinûnê û Şengalê çalakî lidar bixe.
3’ê Tebaxê saet di 10.00’an de, wê 5 deqîqe jiyan were rawesandin.
3’ê Tebaxê saet di 15.00’an de wê meşeke giştî pêk were.
Komiteya Amadekar, banga tevlîbûnê li tevahiya xelkê Şengalê kir…