DESTANA GARÊ DENG DA HUNERÊ
JI 60 HUNERMENDÊN TEV-ÇANDA EWRÛPA “GERÎLA GERÎLA”
Tev-Çanda Ewrûpa ji bo Destana Garê li hunera Kurd zêde bike, ket nava tevgerê.
Di çarçoveya vê xebatê de 60 hunermendên Kurd ên bi ser Tev-Çandê ve stranek gotin.
Klîba vê stranê jî bi beşdariya her 60 hunermendî hat qeydkirin.
Strana bi navê Gerîla Gerîla ya ji bo Destana Garê bi klîbê hat weşandin.
Tev-Çanda Ewrûpa têkildarî vê xebatê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de berxwedana xwebeşxane ya gerîlayên azadiya Kurdistanê hat bibîrxistin û wiha hat gotin:
Gerîla her roj bi dayîna berdêlên giran destanên nû dinivîse.
Ev berxwedan ji aliyekî ve jî huner bi xwe ye.
Hunera gerîlayên Kurdistanê, nîşaneya têk-neçûyînê ya hest û îradeya mirov e.
Hunermend Diyar Dersim jî xwest her hunermendên Kurd xwedî li serfiraziya Garê derkevin.