TECRÎDA GIRAN A LI ÎMRALIYÊ
DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN RED KIR, KU PARÊZER XWE BIGIHÎNIN DOSYAYÊN GIRTIYAN
Parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê ji bo biryarên desteya disiplînê yên derheqê Omer Hayrî Konar de radestî wan bên kirin, serî li dadgeha Tirk dabû.
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ev daxwaz red kirin.
Parêzeran her wiha ji bo Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî karibin malbatên xwe bibînin, daxwaz ji Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê kirin.
Lê daxwazên ji bo her du girtiyan jî hatin redkirin.
Li ser vê yekê ji bo Veysî, Omer û Hamîlî parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
13’ê Adarê dadgehê biryara xwe eşkere kir.
Serlêdana parêzeran qebûl nekir.
Her wiha hukûm da, ku mafê girtiyan nehatiye binpêkirin.
Tecrîda li Îmraliyê bi vî rengî li gorî huqûqê nirxand.
Dewleta Tirk bi vî rengî bi rêya dadgeh û qanûnên taybet ên ji bo Îmraliyê, pergala êşkenceyê rewa kir.
Ji ber ku rêyên huqûqî yên nava Tirkiyê qediyan, çav li rê ye parêzerên Bûroya Huqûqê ya Sedsalê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê bidin.