Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlamenterê Afganî Belqîs Rewşen: Pêkanîna hevdîtinan li Tirkiyê ji bo me şerm e

 

HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ YÊN ALIYÊN AFGANISTANÊ
PARLAMENTER BELQÎS REWŞEN: PÊKANÎNA HEVDÎTINAN LI TIRKIYÊ JI BO ME ŞERM E

Rêveberiya Afganistan û Talîban cara yekê 12’ê Îlona 2020’an li paytexta Qeter Dohayê hevdîtin kirin.

Piştî vê hevdîtinê ji ber êrişên Talîban ên li Afganistanê, ev hevdîtin heya meha Kanûna heman salê sekinîn.

Di meha Çile ya 2021’ê de jî rêveberiya Amerîkayê guherî.

Ji ber vê yekê ev hevdîtin jî sekinîn.

Joe Biden, biryara vekişandina leşkerên Amerîkî ji 1’ê Gulanê heya 11’ê Îlonê taloq kir.

Her wiha li ser biryara Amerîkayê, hevdîtina aliyan jî li Stenbolê wê pêk were.

Li ser vê yekê parlamenterên Afganî nerazîbûnên tûnd nîşan dan.

Parlamenter Belqîs Rewşen têkildarî mijarê di komîsyona aştiyê ya li Parlamentoya Afganîstanê de axivî.

Wî bi bîr xist ku leşkerên Tirk bi sala ne di nava artêşa NATO’yê de li Afganîstanê ye û destê wan di xwîna zarokên Afganî de ye.

Belqîs Rewşen, wiha dewam kir:

“Civîna li Tirkiye, ji bo me şermezariyeke mezin e. Rejîma cenayetkar a Erdogan, timî piştevaniya hêzên radîkal ango tundraw ên Efganîstanê kiriye. Niha rejîma Erdogan Tirkiye xistiye nav qrîzên siyasî û aborî yên mezin. Herkesê ku qala demokrasî û mafê mirovan dike diavêje zindanê…”

Parlamentera Afganî, rewşa heyî ya HDP’ê, parlamenter û hevşaredarên Kurd, wekî mînak destnîşan kir û got:

“Piraniyên wan girtî ne… Rewşa Gezî û dayîkên Şemiyê jî li ber çava ye, ku di cîhanê de deng veda ye…”

Belqîs Rewşen bibîr xist ku rejîma Erdogan bi DAIŞ re bû yek û êrişî Rojavaye Kurdistanê kir.

“Êrişî wan Kurdan kir ku DAIŞ têk birin… Niha jî dîsa alîkarî dide hêzên tûndraw ên li Sûriyê ku êrişî Kurdan dikin. Çawa hûn rejîmeke wiha qatil qebûl dikin ku bibe mînak ji bo Afganîstan ku konferansa xwe li Stenbolê pêk bîne…”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv