“JI OCALAN RE AZADΔ
CIWANAN LI PAYTEXTA ALMANYA BERLÎNÊ MÎTÎG PÊK ANÎ
Li paytexta Almanya Berlînê bi pêşengiya tevgerên ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê, ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo çalakiyek hate lidarxistin.
Kurd û dostên wan tevlî mitînga li meydana Alexanderplatzê bûn.
Di mitîngê de yek ji aktîvîstên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku tehemûla wan ji tecrîdê re nemaye.
Di heman çalakiyê de, li ser navê PYD’ê Suleyman Hajo jî axivî û diyar kir ku fikir û îdeolojiya Rêber Apo li tevahiya cîhanê tê pejirandin û bal kişand ser ku cihê ev fikir lê pratîk bûye Rojava ye.
MEŞA “JI OCALAN RE AZADΔ
CIWANÊN KURD LI KOMUNA MARÎGNANÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ MEŞIYAN
Bi pêşengiya tevgerên ciwanan li komuna Marîgnanê ku li başûrê Fransayê ye meşek hat li darxistin.
Ciwanan di meşê de dewa azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û bal kişand ser tecrîda ku dewleta tirk a faşîst li ser Rêber Apo şidandiye.
Meşa ciwanan heta ber avahiya şaredariya Marîgnanê dewam kir. Li beravahiya şaredariyê ciwanan ji bo şehîdên doza azadiyê deqeyeke rêz girt .
Di daxuyaniyan de hat gotin ku tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser temamiya gelê kurd û gelan tê melandin.
Ciwanan bang li hemû ciwanên kurd kir ku heta azadiya Rêber Apo berxwedan, çalakî û têkoşîn were mezinkirin.
MEŞA “JI OCALAN RE AZADΔ
“HETA AZADIYA FIZÎKÎ PÊK WERE EM LI QADAN IN”
Tevgera Ciwanên Kurd li bajarê Farnsa Bordoyê jî bi heman armancî çalakî pêk anî.
Ciwanên Kurd bi şîara “Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, bi hev re serhildan” û ji qada Vîctuarê meşek li dar xistin.
Ciwan li ser rêya Saînte Catherîne meşiyan û xelkê li derdorê der barê tecrîdê û girîngiya azadiya Rêber Apo de agahdar kirin.
Ciwanan di dawiya çalakiyê de diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo pêk were, wê berxwedana xwe bidomînin.