Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi boneya roja mafê mirovan a cîhanî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî pêk hatin 10.12.2020

 

ROJA MAFÊ MIROVAN A CÎHANÎ
LI BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ ÇALAKÎ PÊK HATIN

Ji bo roja mafê mirovan li Amedê civîna çapemeniyê pêk hat.

Sazî û rêxistinên mafê mirovan li Parka Koşûyolû li pêşiya bîrdariya mafê mirovan hatin cem hev.

Serokê ÎHD’ê yê Amedê Abdullah Zeytûn daxuyaniyek da û got, binpêkirina mafê mirovan roj bi roj giran dibe û ti çareserî nayê dîtin.

Abdullah Zeytûn yek bi yek qala binpêkirinên mafan kir û diyar kir ku ew bi têkoşîneke hevgirtî dikarin dawî li faşîzm bînin.

Li Wanê jî HDP, Baroyan û komeleyên Mafê Mirovan bi wesîleya rojê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de binpêkirina mafan hatin rêzkirin û bi taybet îşaret bi tecrîdkirina rêber APO û rewşa li zindanan hat kirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî daxuyaniyek da.

Beşdaran dan zanîn ku ji ber polîtîkayên desthilatdariya faşîst ewqas binpêkirina mafan pêk tê.

Li Edenê, Mêrsîn Antalya û Hatayê jî parêzvanên mafê mirovan civînên çapemeniyê pêk anîn.

Û diyar kirin ku ew ê ti carî dest ji parastina mafê mirovan bernedin.

Li Enqerê jî şehîdên Garê hatin bîranîn û derbarê binpêkirinên mafan da daxuyaniyek hat dayîn.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di bîranînê de axivî û û got, desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe mafê mirovan binpê dike.

Li Stenbolê jî civîna çapemeniyê li meydana Sûltanahmet pêk hat.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diayr kir ku rewşa awarte ya li Tirkiyê mayînde bûye û got;

Neçareseriya pirsgirêka Kurd li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyê astengiya herî mezin e.

Divê tavilê dawî li tecrîdkirina birêz Ocalan were anîn û pêşî li diyalogê were vekirin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn anî ziman ku ewê li dijî vê faşîzma heyî li bereya berxwedanê cihê xwe bigrin.

10’Ê KANÛNÊ ROJA MAFÊ MIROVAN A CÎHANÊ
RÊXISTINÊN MAFÊ MIROVAN ÊN ROJAVA: DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK BÊ PIRSÎN

Ne tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî rêxistinên Mafê Mirovan balkişandin ser binpêkirinên dewleta Tirk û xwestin ji dewleta Tirk û çeteyên wê hesap were pirsîn.

Rêxistinên Hiqûqî û Mirovî yek bi yek qala binpêkirin û hovîtiya dewleta Tirk a li herêmê kirin û di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li tevahiya hêzên Cîhanê kirin ku demildest dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyê derxin û ji ber sûcên şer yên kirine hesab jê bipirsin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv