PENGAVA DEM DEMA AZADIYÊ
CIWANÊN ENTERNASTONALIST Û ŞOREŞGER LI DIJÎ KOMPLOYA NAVNETEWÎ DEST BI MEŞA DIRÊJ KIRIN
Li Wargeha Lavrîo ya Yûnanistanê li dijî komplo û êrişên dagirkeriya Tirk meşeke dirêj hat lidarxistin.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst, di çarçoveya pengava “Dem Dema Azadiyê ye” de vê meşê organîze kirine.
Meşa ku 7’ê Cotmehê dest pê kir bi mebseta salvegera komploya navneteweyi heya 9’ê Cotmehê wê dewam bike.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Çanda Kurdistanê ya Yunanîstanê, endamên Rise up for Rojava ên Entenasyonalîst û Tevgera Ciwanên Kurd-Teko Jin’ê ve tê lidar xistin.
Çalakvan Bang li hemû ciwanên Kurd û şoreşgerên Enternasyonalist kirin ku li dijî dagirkeriyê berê xwe bidin cenga azadiyê.
Meşa ku ji Wargeha Lavrîoyê bi 40 kesan dest pê kir wê 9’ê Cotmehê li ber sefaretxaneya Tirk a Atînayê bi dawî bibe.
KOMÎTEYA AZADIYA OCALAN A BAŞÛR:
TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO BERPIRSYARIYEKE EHLEQÎ YE
Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê jî bi mebesta salvegera komployê daxuyaniyek da û girîngiya azadiya Rêber Apo destnîşan kir.
Komîteyê diyar kir ku hêzên komploger bi rê û rêbazên cûda komployê didomînin.
Derbarê tecrîdkirina Rêber Apo de jî komîteyê, pergala êşkenceyê ya Îmraliyê, wekî parçeyek ji dewama komployê nirxand.
Di daxuyaniyê de têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wekî berpirsyariyeke mirovî û ehleqî hat nirxandin.
Komîteyê rol û girîngiya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd jî destnîşan ki rû got:
Tenê birêz Ocalan dikare şer bi dawî bike û pêşiya aştî û demokrasiyê veke.