Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Du Birayên wî di êrîşa dewleta Tirk, ew jî di êrîşa çekdarên PDK’ê de şehîd bû

Gerîlayê HPG’ê Birûsk Mûnzûr yek ji wan gerîlayên HPG’ê bû li hemberî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Êzîdiyan bi hawara Şengaliyan ve çûn. Munzur ê ku piştî rizgarkirina Şengalê vegeriya Herêmên Parastina Medya, di êrîşa 29’ê Tebaxa 2021’an a PDK’ê de şehîd bû. Du birayên Mûnzûr jî di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Komeke gerîla ya 7 kesî ku dixwest derbasî Behdînanê bibe, 29’ê Tebaxê li ser Ava Zê ketibûn kemîna çekdarên PDK’ê. Di encama gulebarana ku ji çar aliyan ve kirin de, 5 gerîla şehîd bûn û aqûbeta gerîlayek hîn nediyare û gerîlayek jî ji kemînê xilas bibû.

Yek ji gerîlayên ku şehîd bûye jî Brûsk Mûnzûr e. Birûsk Mûnzur li gel 2 birayên xwe ji bo azadiya Kurdistanê di nava refên gerîla de cih girtiye. Birayekî Birûsk Mûnzûr di nava refên gerîla de bi destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûye, birayekî wî jî hîn di nava refên têkoşînê de. Brûsk Munzur jî di kemîna çekdarên PDK’ê ya 29’ê Tebaxê de şehîd bû.

Birûsk Mûnzûr weke gerîlayekî profesyonel û bi ezmûn, hem gerîla bû, hem jî ji ber ku perwerdeya tendûristiyê dîtibû di nav hevalên xwede weke doktor Brûsk dihat naskirin. Gerîla Brûsk, dema di sala 2014’an de DAIŞ’ê xwest Êzîdiyan di qirkirinê re derbas bike, mîna gelek hevalên xwe berê xwe da çiyayên Şengalê û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê gelê Êzîdî ji hewldanên qirkirinê ya DAIŞ’ê parast û birînên wan pêça.

Piştî şehadeta 5 gerîlayan Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya têkildarî gerîla Brûsk Mûnzûr ev agahî parve kiribûn:

“Hevrêyê me Brûsk Mûnzûr sala 1990’î li gundê Alîkulekê yê navçeya Qereyazî ya Erzîromê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Li nava gundê xwezayî yê herêma Serhedê bi pîvanên paqij ên civakî yên gelê Kurd mezin bû. Hevrêyê me Brûsk ku xwedî kesayeteke têgihştî bû, di heman demê de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Ji ber ku du kekên wî li nava gerîla bû, bi xeyala ku rojekê bibe gerîla mezin bû. Piştî ku kekê wî hevrê Alîşêr sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û kekê wî yê din hevrê Mazlûm jî sala 2012’an li Çelê şehîd bû, hevrêyê me Brûsk bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Alîşêr 6’ê Tebaxa 2019’an li navçeya Tutaxê ya Agiriyê di şer de şehîd bû. Hevrêyê me Brûsk ku li nav tevgera ciwanên şoreşger bi erk û berpirsyarên çalak rabû û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih anî, ev yek ji bo xwe têrker nedît û sala 2014’an ji bo bibe şoreşgerekî profesyonel tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Brûsk ê xwedî kesayeteke têgihiştî û zane, zû hînî jiyana gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Têkiliyên hevrêtiya Apoyî, îdeolojiya Apoyî û jiyana gerîla bandoreke xurt li hevrêyê me Brûsk kir. Hevrêyê me Brûsk ku bênavber û bêteredût meşa şoreşê ji xwe re kir esas, dema ku paşverûtiya DAÎŞ’ê li Şengalê ferman li xelkê me yê Êzidî rakir, rahişt çeka xwe û berê xwe da Şengalê. Bû yek ji milîtanên fedayî yên Apoyî ku berê xwe da Şengalê. Ji bo rizgarkirina xelkê me yê Şengalê, ji bo parastina hebûna wan û misogerkirina jiyana azad, di çeperan de cih kir û li refên herî pêş ên şer bû. Hevrêyê me Brûsk ku bi karakterê xwe yê wêrek dihate naskirin, li Şengalê di dema têkoşînê de bi giranî birîndar bû, piştî tedawiyê careke din li wezîfeya xwe vegeriya. Weke milîtanekî Apoyî piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî li Şengalê bi cih anî, li Akademiya Tenduristiyê ya Şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş perwerde dît û weke doktorekî dest bi xizmetê ji hevrêyên xwe re kir. Dem hebû milîtanekî Apoyî yê dilnizm bû, dem hebû fermandarekî şervan ê bêtirs bû, dem hebû Doktor Brûsk bû ku birînên hevrêyên xwe dipêçand. Ji bo gel û welatê xwe çi xizmet bikira jî kêm didît, hevrêyê me Mehmet Hayrî Dûrmûş ku yek ji dustûra têkoşîna bingehîn a tevgera Apoyî ye, ji xwe re weke mînak didît, lewma xwe timî deyndarê gelê xwe didît. Hevrêyê me Brûsk ji bo tecrûbeya xwe ya mezin li dijî mêtingeriya dewleta Tirk bi kar bîne û meşa serketinê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mezintir bike hewl dida derbasî herêma Behdînanê bibe, lê belê tevî 6 hevrêyên xwe kete kemîna PDK’ê û di vê êrişê de şehîd bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv