Li welatek ku mafê mirovan lê tê binpêkirin, çi karê serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê heye…
Bi van gotinan gelek kesan nerazîbûn nîşanî hevdîtina serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Robert Spano û şefê rêjîma Tirk Erdogan dan…
Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê Robert Spano dema serdana xwe a ji bo Tirkiyê bi serok-komarê vî welatî Erdogan re hevdîtin pêk anîn..
Û vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir..
Parlementera Ewrûpayê û raportora berê ya Tirkiyê Katî Pîrî bi van gotinan rexne li serokê dadgehê kir:
Li Zanîngeha Stenbolê gelek akademîsyen ji kar hatine dûrxistin. Robert Spano jî wê li vê zanîngehê dîplomaya rûmetê bigre. Beriya ku zerar li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê were, bila Robet Spano 2 caran bifikire.
Katî Pîrî nerazîbûna xwe wiha dewam kir:
Robert Spano berpirsiyarê saziya dadgeriyê ya herî bi bandor a Ewrûpayê ye. Başe ji ber çi bi Erdogan re hevdîtin pêk anî?
Em dizanin welatê ku herî zêde dosyayên wê li ber destê Dadgeha Mafê Mirovan e, Tirkiyê ye. Vê serdanê zerar li îmaja dadgehê kir.
Raportorê Tirkiyê yê Parlementoya Ewrûpayê Naço Sanşez jî têkildarî hevdîtinê ev peyam parve kir:
Serokê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê Robert Spano,
Gelo haya wê ji wê yekê heye ku dosyayên derbarê Tirkiyê de li Strasburgê komî ser hev bûne?
Komeleya Mafê Mirovan li Tirkiyê-ÎHD’ê jî hevdîtina Spano bi van gotina rexne kir:
Ev yek tê wateya erêkirina binpêkirina mafan.