Doh Sekreterê NATO’yê Yens Stol-tenberg ragihand ku wê di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de danûstandin pêk were..
Atîna bersiv da daxuyaniya Stol-tenberg û got, şertê me yê danûstandinan vekişîna keştiyên dewleta Tirk e..
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Yens Stol-tenberg doh li ser Twîtterê têkildarî aloziya li Derya Spî daxuyaniyek weşand.
Û îdîa kir ku wê di navbera Yûnanistan û Tirkiyê de dedanûstandin destpêbikin.
Rêveberiya Atînayê li ber daxuyaniya Stoltenberg rabû..
Wezareta Karê Derve ya Yûnanistanê bi van gotinan bersiv da daxuyaniya sekreterê NATO’yê..
Agahiyên NATO yên li ser hevdîtinên teknîkî rastiyê nîşan nadin.
Aloziya heyî, tenê bi vekişîna keştiyên Tirk ên li qada deryayî ya Yûnan dikare kêm bibe.
Rêjîma Tirk mehên dawî li dijî serweriya qada deryayî ya Yûnanistanê di nava tevgerên provokatîf de ye..
Û ev tevger rê li ber nerazîbûna Yekîtiya Ewrûpa û Misrê vekir..