Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cîgerê Hevserokê MXDŞ’ê: Bi Hikûmeta Iraqê re tu tifaq û peyman nehatine çêkirin 05.12.2020

Cîgirê Hevserokê MXDŞ’ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Asayîşa Êzidxanê de tu tifaq çênebûne û got: “Hikûmeta Iraqê û PDK ji bo pêkanîna vê peymanê israr dikin. Bi YBŞ’ê re hinek îtfaq hatine kirin û li hinek cihan bicih bûye. Ev jî ji bo xweparastinê ye.”

Di 9’ê Cotmehê de, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê de peymana Şengalê hatibû îmzekirin. Piştî peymana navbirî hikûmeta Iraqê 8 hezar esker şandibûn herêma Şengalê. Lê belê ev yek bûbû cihê nerazîbûn û bertekên tund. Piştî şandina eskeran vê carê jî hatibû xwestin ku navendên Asayîşê yên Êzidxanê bên girtin. Lê belê kurdên êzidî bertekine tund nîşan dabûn û piştî van bertekan hevdîtin bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXŞD) re hatibû kirin û di vê hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku dê li Şengal, Sinûnê û Xaneseroê navendên Asayîşa Êzidxanê nêyên girtin.
Cîgerê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ( MXDŞ) Heso Îbrahîm, qewimîn û geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin.
Îbrahîm, anî ziman ku ji aliyê YBŞ’ê ve hin tifaq çêbûne û li gorî ragihandina Wezareta Pêşmergeyan, pêşmerge ne bi vê peymanê re ye û yek pêşmerge jî wê nekeve Şengalê.
‘JI ALIYÊ YBŞ’Ê VE HIN TIFAQ ÇÊBÛN’
Îbrahîm, anî ziman ku civaka êzidî li dijî peymanê xwedî helwest e û wiha axivî: “Niha dixwazin bi qanûnan li Şengalê fermaneke din pêk bînin. Di navbera Hikûmeta Iraqê û Asayîşa Êzidxan de tu tifaqî çênebûye. Ji aliyê YBŞ’ê ve hinek tifaqî çêbûn. YBŞ li hinek cihan bi cih bûye û hin cihên din jî girtine û ev jî li ser YBŞ’ê çêbûye. YBŞ jî hêza parastina Şengalê ye. Hikûmeta Iraqê û PDK di biryara xwe de israr dike. Lê li dijî vê civaka êzidî jî vê peymanê qebûl nake û her roj li ser piyan e. Em civaka Êzidî dev ji rêveberiya xwe û asayîşa xwe bernadin. Li ser vî esasî nîqaşên di navbera me û wan de berdewam dikin. Hevdîtinên me û wan hene. Em gel jî niha têdikoşin. Niha dixwazin ku Şengalê bixin bin kontrola xwe. Şengal ne li benda tişteke wiha ye. Bi vê peymanê dixwazin gel bê îrade û bê hêz bikin. Lê belê êzidiyan li ber xwe da û heta niha jî li ber xwe dide. Gel niha li Şengalê di nobetê de ye.”
‘EM AŞKERE DIBÊJÎN PDK JI ÎSTÎXBARATA TIRKIYÊ RE DIXEBITE’ 
Di berdewamê de Îbrahîm, diyar kir ku li hemberî PDK’ê metirsiyên civaka êzidiyan hene û ji bo angaştên ku tên gotin pêşmerge li Şengalê hatine bicihkirin jî got: “Pêşmerge li Şengalê nehatiye bicihkirin. Pêşmerge ne li Medîban û ne jî li Sîba Şêx Xidir nehatiye bicihkirin. Heta niha pêşmerge li cihekî jî nehatiye bicihkirin. Duh berpirsyar û birîkarê pêşmergeyan Hemîdî Şedrî ragihand ku pêşmerge di vê peymanê de cih nagire û yek peşmerge jî nakeve Şengalê. Heta niha di navbera hikûmeta Iraqê û Asayîşa Êzidxan de tifaqek nehatiye kirin. Gel Asayîşa Êzidxan ji xwe re weke parazvanekê dibîne. Gel di Asayîşê de bi israr e. Metirsiyên gelê me zêde ji PDK’ê hene. Ji ber ku em dizanîn ku PDK û pêşmergeyên wê weke îstîxbarata dewleta tirk in. Em aşkere bibêjin, ew ji dewleta tirk re kar dikin. Niha ne tenê li Şengalê xeterya pêşmerge û PDK’ê heye, di şexsê Şengalê de li tevahiya Kurdistanê xeteriya PDK’ê  heye.”
Îbrahîm, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû heval û hogirên êzidiyan kir ku destûr nedin fermaneke din û heta ku têkoşina bi ser bikeve dê çalakiyên wan dewam bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv