Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya sêyem de dewam dike.
Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn. Çalakiya xelkê Şengalê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin û dê hefteyekê dom bike, îro ji aliyê komên ji nehiya Sinun û Digurê ve hate dewir girtin.
Çalakvan heta serê sibehê li konê çalakiyê dimînin û desteka xwe ji bo asayîşê nîşan didin. Di çalakiyê de welatî li ber muzîkê govend digrin û çalakî dewam dike.