Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 hezar dar birîn

 

XWEZAYA EFRÎNÊ TALAN DIKIN
ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK LI EFRÎNÊ 2 HEZAR DAR BIRÎN

Li gorî agahiyên hatin bi destixtin çeteyên dewleta tirk li Efrîna dagirkirî zêdetirî 2 hezar dar birrîn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku komên çete yên bi navê Mihemed El-Fatih, Suleyman Şah, Lîwa Semerqend û Lîwa El-Weqas li çiyayên di navbera navçeyên Cindirêsê û Şiyê de dara dibirrin.

Çavkaniyên xwecîhî ragihand ku birîna daran di bin çavderiya koma çete ya bi navê ‘Ebê Hisên” de pêk te.

Hat zanîn ku darên tên birrîn wek êzingan li bazaran tên firotin û piraniya wan ji derbasî Tirkiyê tê kirin.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK
LI MABATAYÊ GELEK KES REVANDIN

Ji aliyê din ve jî çeteyên Ceyş El-Nuxbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li 2 gundên navçeya Mabatayê bi ser malên sivîlan de girt.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê çeteyên bi navê Ceyş El-Nuxbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser gundên Şêxûtka û Amara yên navçeya Mabatayê girtin.

Di serde girtina malan de gelek kes hatin revandin.

Çeteyên li bajarokê Incar ê li rojavayê Helebê êşkence li jineke extiyar kirin.

Ajansê ragihand ku çeteyan ji malbatên kesên revandî fîdye xwestiye da ku wan serbest berdin.

Heman çavkanî diyar dike ku jina extiyar a êşkence lê hatiye kirin Leyla Hec Mehmûd e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv