Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi leşker û çeteyên xwe xwezayê qir dike

 

ÊRIŞÊN QIRKIRINA XWEZAYA KURDISTANÊ
DEWLETA TIRK BI LEŞKER Û ÇETEYÊN XWE XWEZAYÊ QIR DIKE

Roj nîne ku dewleta Tirk a dagirker agir bernede Çiyayên Kurdistanê.

Şewata li navçeya Dersimê Xozatê bi tevgera eskerî dest pê kir 11 roj e dewam dike.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê jî, li gundê Mêhrînayê ji ber bombebarana artêşa Tirk agir bi qada daristanê ket.

Welatiyên xwestin şewatê vemirînin ji aliyê eskerên dewlata Tirk a dagirker ve hatin astengkirin.

Li aliyekî ve jî bi destê cerdevan û sîxûrên dewleta Tirk darên herêma Şirnexê tên birîn.

Di sê mehên dawî de roj bi roj an jî çend roj li pey hev heta îro, war û deverên bûne hedefa siyaseta qirkirina xwezayê ya dewleta tirk ev in:

Bajarokê Kûmçatî yê Şirnexê.

Derûberê gundê Ogûlê yê Colemêrgê.

Cizîra Botan.

Çiyayê Cûdî li qada Mila Tîkera

Quntarên Çiyayên Cûdî û Gabarê.

Navçeya Kerboran a Mêrdînê.

Navçeya Omeryan a Mêrdînê

Gundê Hor ê Bedlîsê

Navçeya Pîran a Amedê

Navçeya Dara Hênê ya Çewlikê

Qadên Girêgivavra, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê yên Bestayê.

Careke din navçeya Omeryan a Mêrdînê.

Navçeya Farqîn a Amedê.

Gundê Kerwas a navçeya Lice ya Amedê.

Navçeya Hezex a Şirnexê.

Herêma Besta.

Dîsa Çiyayê Cûdî û qantara wî.

Herêma Şenyayla ya Mûşê.

Herêmên Cûdî, Gabar û Besta.

Navçeya Pîran a Amedê.

Navçeya Dersimê Xozatê.

Daristanên navçeyên Sêrtê Tillo û Berwarî.

Gundê Şêxan ê Licê.

Daristanên gundê Batê yê Mîdyadê.

Herêmên Girêhirmo û Zêre Kêrê yên Çiyayê Cûdî.

Çiyayê Goman ê Şemzînanê..

Li gorî pêşnûmeyeke ku hat xwestin were bersivandin;

Di navbera salên 1990-2008’an ji ber şewata li 300 daristanan qadeke ji 9 hezar û 100 hektarî zerar dît.

Li gor raporan di sala 2010’an de jî, 5 hezar û 649 hektar hatiye şewitandin.

Rejîma Tirk ji Tîrmeha 2015’an û vir ve di çarçovya şerê li dijî Kurdan de şewata daristanan wek çekekê bi kar anî.

Tevî ku li gelek çiyayên Kurdistanê şewat hebû jî ev ji aliyên saziyên peywendîdar nehat dîtin û mudaxelekirin.

Ev şewata ku bi xwe qirkirina xwezayê ye ji aliyê gelek tevgerên ekolojîk ve jî ji nehat dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv